Girtiyê nexweş ê bi navê Abdullah Varişlî ê ku di Girtîgeha Oltû ya Erzorimê de dima, jiyana xwe ji dest da.

Abdullah Varişlî demeke dirêj li nexweşxaneyê ji ber nexweşîna pençeşêrê dihat dermankirin.

Duh piştî rewşa wî xirab bû ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Wan Yuzuncuyilê.

Varişlî tevî hemû mudexeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Varişlî duh ji aliyê malbata wî ve hat girtin û li gundê Emerînê hate definkirin.