Li Licê, li gel operasyona artêşa Tirk her wiha operasyona qirkirina siyasî jî hate meşandin. Extiyar û keya jî di nav de 13 kes hatin destgîrkirin.

Li bakur û bakurrojhilatê navçeya Licê ya Amedê, artêşa Tirk doh serê sibehê li bejahiya gundên Mizag, Xemzê, Mexmedêlê, Melê, Qormik, Zengesor, Dizeyniyê dest bi operasyonê kir. Li gel vê operasyona leşkerî her wiha li gelek gundan operasyona qirkirina siyasî hate meşandin. Keyayên gundan û mirovên extiyar jî di nav de 13 kes hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Fermandariya Qereqola Jendermeyan a li Licê, piştre jî ew birin Şaxê TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

Biryara astengkirina xwegihandina dosyaya kesên hatine destgîrkirin, hate dayin.