Di 26’ê Mijdara 1993’an de dewleta Elman qedexe danî ser çalakiyen Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê. Ev yek bû sedem ku PKK di sala 2004’an de ji aliyê Yekîtiya Ewropayê veî di lîsteya “rêxistinên terorê” de cih bigire. Ev qedexeya li Almanya ji destpêkê heta niha her dem tê şermezarkirin.

Îsal jî li Kurdistanî û dostên wan, li dijî vê qedexeyê, li paytexta Almanya Berlînê dicivin

Federasyona Civaka Azad a Mezopotamya (FED-MED) NRW û Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Bakurê Elmanya (FED-DEM) bi daxuyaniyan banga beşdariya meşa 18’ê mijdarê li Berlînê kirin.

FED-MED NRW’ê got:

Em 18’ê Mijdarê bi rihê seferberiyê li Berlînê bicivin, li dijî biryara “qedexeya çalakiyên PKK’ê” ya 30 sal berê ji aliyê dewleta Elman ve hatiye dayin, dengê xwe bilind bikin.

FED-DEM’ê jî ji bo rakirina qedexeya PKK’ê banga meşa li Berlînê kir û got:

Em dizanin ku PKK ji bo hemû gelên azadîxwaz û bindest bûye hêviya azadiyê. Ji vî şerê niha li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewime di serî de dewleta Tirk berpirsiyar e. PKK û Rêber Apo xwedî rêka çareseriya bingehîn a pêvajoyê ne.

Li ser vê bingehê em 18’ê Mijdarê li Berlînê li dijî qedexeya li ser PKK beşdarî meşa mezin bibin.