Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernama Taybet a Medya haberê bû, bi berfirehî li ser tecrîdê û kampanya azadiyê sekinî.

Mustafa Karasu da zanîn tecrîd di navenda konsepta qirkirina Kurdan de cih digire û wiha got:

Yekane sedema ku rê nadin hevdîtina bi Rêber Apo re, polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd e. Li gorî polîtîkaya qirkirinê; Rêbertî wê bê tecrîdkirin, bêdengkirin û destûr nayê dayîn ku biaxive. Di heman demê de wê li ser gelê Kurd jî zext bê kirin, were bêdengkirin, li ser gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê bê meşandin.

Mûstafa Karasû da zanîn, têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna ji bo demokratîkbûna tirkiyê ye û wiha got:

Asta têkoşîna li dijî tecrîdê gelekî girînge. Têkoşîna gelên cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Apo, nîşanî me dide ku di siberojê de wê ber bi kuve biçe. Wê ne pe pêkan be ku Rêber Apo di bin esaretê de bigirin. Gavên gelekî girîng hatin avêtin û hê jî li gelek deverên cîhanê, hêzên azadî û demokrasiyê, jin û ciwan tevlî kampanyayê dibin. Bi vî awayî, paradîgma Rêber Apo li cîhanê belav dibe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” wiha nirxand.

B vê kampanyayê li dor Rêber Apo têkoşîneke piralî derketiye holê. Gelên cîhanê her ku Rêber Apo nas dikin; têkoşîna azadî û demokrasiyê jî zêdetir dibe. Êdî têkoşîna tê meşandin vedugehere têkoşîna azadiya civakan, jinan, ciwanan û hemû beşên civakê ku ji aliyê desthilatan ve tên perçiqandin.

Lazime kampanya were mezinkirin, belavkirin. Li dijî tecrîdê 18’ê mijdarê meşa ber bi Gemlîkê çêbe. Di serî de jin û ciwan, divê ji her derê gelê Kurd beşdarî meşa Gemlîkê bibe. Bi taybetî ji herêmên nêzî Stenbolê, Îzmîr û Bûrsayê ber bi Gemlîkê ve beşdariyeke xurt çêbe. Teqez divê hemû bend werin hilweşandin, bi tu awayî gav bi paşde neyê avêtin. Divê bê zanîn ku demokrasî bi têkoşînê pêş dikeve.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bibîr xist û wiha got:

Rêber Apo avakarê vê partiyê ye, ji roja destpê kiriye heya niha bi bawerî têkoşînê mezin kir. Rêber Apo bi têkoşîna azadiya gelê Kurd bawer kir, di nava xwe de bi hêrseke mezin têkoşîna miletekî ku tê qirkirin hîs kir, bi berpirsiyariyeke mezin têkoşîn da destpêkirin. Ji ber vê; ji roja destpêkê heya niha rastiya ku Rêber Apo ewqas têkoşîn pêş xistiye eve;

Polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd di hemû şaneyên laşê xwe de hîs kir. Ji ber vê dema kesekî bixwaze PKK’ê fêm bike, divê Rêber Apo baş nas bike.