Nivîskar û Helbestvanê Kurd Pîrhat Amed, ji bo bîranîna Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî, helbesta bi navê ‘Fermandarê Kurdistan’ nivîsand.

Nivîskar û Helbestvanê Kurd Pîrhat Amed, di heman demê de nivîskarê sirûda ‘Ey Şoreşgerên Kurdistan’ e, ji bo bîranîna Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku 15’ê Tebaxê dema ji merasîma salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, di êrîşa bêbext ya balafirên şer ên Tirkiye de şehd bû, helbesta bi navê ‘Fermandarê Kurdistan nivîsand.

Fermandarê Kurdistan

Kar û barê xwe kirin
Bi hevre peyaman çêkirin
Vîn û doza me ret kirin
Mamê me şehîd kirin

Nikarim binim ziman
Xortê çeleng şaraza
Îro bûye pakrawan
Fermandarê Kurdistan

We çi xwest ji Şengala me
Qordînat dan neyarên me
Kemîn danîn li ser rêya me
Şehîd kirin Zekiyê me

Av û petrol rondikê yarê
Dîcle û Firat guliyên xwarê
Ar avêtin êzidîxanê
Şehîd me da li Şengalê

Gel sozdarê rêya te
Wê şervan hildin tola te
Dijminan pak bikin ji xaka te
Em ê azad bikin Şengala te

PÎRHAT AMED KIYE?
Sala 1960’an li gundê Firdewsê yê girêdayî navçeya Licê hatiye dinyayê. Di sala 1988’an ji ber zextên dewletê yên li ser malbata wî koçî Amedê dike. Zarokatiya Pîrhat li kolanên amedê û girêdana bi Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd re derbas dibe. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li taxa Şehîdlikê dixwîne. Piştî demekê Pîrhat dibistanên sîstemê dihêle û tevlî nava xebatên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd dibe.