Kordînasyona KJAR’ê ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêşnumaya çareseriyê ku ji 13 xalan pêk tê, eşkere kir. Di pêşnumayê de her wiha bang li hemû jinên Kurd, Fars, Belûc, Erep û Azerî tê kirin ku ji bidestxistina mafên xwe bibin yek.
 
Kordînasyona Komalgeyî Jinanî Azadî Rojhilat (KJAR), têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û 13 xalên ji bo çareseriya pirsgirêka jinan ji raya giştî eşkere kirin.
 
Daxuyaniya KJAR’ê û pêşniyara wê ya çareseriya wiha ye:
 
“Pergalên serwer û zextger yên rojameya îro ku êdî nêkarin bên rêvebirin, daxwazên gelan nikarin bicîh bînin û bi modela netew dewlet wekî ku nikariye tu pirsgirêkên jinan û civakê çareser bikin, bi rejîma zextger û hegemonîk bi şêwazeke berbiçav hewildide ku, enerjiya berxwedana civakê bi fetisêne. Em niha pergala dewleta Îran jî tahlîl dikin ku hemu qadên civakî yên wekî siyaset,huquq,aborî,perwerde,tendurustî û hwd di destê dewletê de veguherîne amurê gurkirina aloziyê. Wekî ku tu pirsgirêkên civakê nayê çareserkirin,civak ji birçîbûnêre mahkumkirin û civak fêrkirina vê yekê tenê bêçaretiya dewletê nîşan dide. Pergala ku ji pirsgirêkên civakî re nikare çareserî bibîne bi dem re mahkumê belavbûnêye. Rejîma wîlayetî feqî ya Îranê jî bi belavbûna civakî ya hundurîn ji nedîtî ve hatin û xwe li beramberî hêzên derve re di pozîsyoneke parastinde hiştin ve wisa dizane ku wê li ser lingan bimîne. Di hundir de hemî şêwazên rizîbunê jiyan dike lê xwe derve de bi hêz dayîna nîşandan xapandîna dîrokî ya dewleta Îranê ye. Ji ber ku her tişt hundirîne, başî jî xirabî jî ji hundir destpêdike û piştre peyker diruxîne yan jî avadike.
 
Eger kolanên Îranê bi ciwanên muhtad û bêkar tijîbe, jinên mafên wan tê binpêkirin û dibin qurbaniyên gelek bê huquqiyan cesteyên xwe derdixînin bazaran u diforoşin hebin wê demê behsa kîjan pergala bihêz bê kirin. Bê karî mirovan ber bi karê xirab ve dibe, bê perwerdeyî mirovan ber bi tevgerên bêhişmendî ve dibe. Tevlîheviya civakî ji vir destpêdike û ji vî ya dewlet berpirsiyare. Dewleta ku ji nîvî zêdetir aborîya xwe qurbanî polîtîkayên şaş dike, bi birçî hiştina civakê,bi sînordarkirina azadiyan ve eger difikire ku wê serkeve, vîya tenê girêdayî xwe xapandineke . Di cihê ku jin û ciwan hebin li wê derê zu bi zu dest ji azadiyê nayê berdan. Azadî tiştekî hundurîne û tu hêzek nikare wê ji hundirê mirov derxîne. Ango jin,ciwan tu mirovek ne mahkumê koletiyê jiyan bike. Di dirêjahiya dîrokêde civakbuyînek azad ku her dem beramberî serdestdan serîhildaye şîyarbuye, hêza bingehîna ku vê hişyarbûnê çêdikê jî enerjiya civakê jin û ciwanin. Ciwanên ku evqas xwedî potansiyelek azadin, bi taybetî ji civakê dur xistin u derveyî civakê hiştin,bêkar hiştin,di faalîyetên sîxurtî de bikaranîn wan ber bi maddeyên hoşbir û bê exlaqî ve birin bi temamî encamên polîtîkayên dewletêne, Ev bi xwe re ruxandina exlaqî ya civakê tîne.
 
Bi çanda xwe ya civakî bi erdnigariya xwe ya dewlemend û bi pir rengiya xwe ya civakî ve li şuna ku jiyaneke wekî mozaîka gelan û demokrasîyê bê jiyankirin, ew potansiyela şoreşa çandî nayê nirxandin û ev enerjiya civakî di destê dewletê de wekî hinceteke destî dewletêde vediguhere amurên zext u tundî di civakê de alozi u buhranê avadike. Dewlet bi rewşa xwe yê ku ji tu pirsgirêkê jin û civakê re çareserî nabîne û wekî mekanîzmayeke bêçaretiyê kar dike di rewşa heyî de nikare civakê birêvebibe. Bi reforman guhartinên bingehîn nayên çêkirin, ji bo guhartinên radîkal bên çêkirin, guhartineke mezin ya hişmendîyê şerte, ji bo wekhevîya civakê jî bê avakirin, guhartinên huquqî û exleqî pewîstin. Ji pirsgirêkên dîrokî yên wekî çînî,cinsî û olî re jî pewîste çareserîyên dîrokî werin peyda kirin. Wekî tê zanîn pergala ka li Îranê wekî ji tu pirsgirêkên civakî re çareserî nayên dîtin, jin ku bingeha civakêye ji pirsgirêkên wîyere jî çareserî nayên dîtin. Wek jînan u gelan pergala demokratîk avakirin, modela çareserîya hemu pirskirêkana. Pergala dewletê ne cihê çareser kirina pirskirêkana, navendên çêkirina pirskirêkên civakêne. Di despêka dîrokê de ya ku jîyana civakî ava kiri, pêş xistî u rojame ya îrode ji bo wîye li berxwe dide jine, lê niha di rejîma Îranê de ji ber ku tune hatiye hesibandin, di qadên mirovî,aborî,huquqî û giştî de nikare xwe îfade bike ,pirsgirêka jinê ji her demê zêdetir dijwartir bûye.
 
Li Îranê di temenê biçuk de zewac,muta yan jî bi zewacên wekî sixe bi qanunî û di bin venêrîna dewletê de firoştina jinan îfade dike. Qanunên ku hene ji ber ku hilberînên aqlê zilamê serdestin, jin nikarin di derbarê xwe de biryar bidin. Keçikên biçuk yên di derbarê xwe de nikarin bibin xwedî gotin, bi vicdana zilamê zordar re tê hiştin, terkî jîyaneke bê wate, kole u mirinê tê kirin. Huquq,dewlet,sîyaset û hemu qanunên ku hene ji berku di berjewendî zilaman deye, ,jiyanê vediguherînê li dijî jinê û wekî dixwaze destdirêjiyê,tacîzê, lêdanê,kuştinê,haqaretê û hemu cure şîddetê ku rumeta wê binpê dike ji jinê re rewa dibîne. Di vê rewşê de rejîma heyî yek alîye, li holê dewleteke ku tenê di berjewendî zilaman deye heye. Jin di her wateyê de bêparastine û dibe qurbanî hişmendîya yêkalî. Jina ku dixwaze xwe bi parêz jî di di dawîde tawanbar tê dîtin. Di vê rewşê de dewlet zilam,qanun zilam,bav zilam,mêr zilam,huquq zilame. Dema ku huquq jî ji jinê re çareserî peyda nake ya ku ji jinê re tê hiştin xwe şewitandin û her cure întîhare xwe ceribandine. Nakokiya herî mezina ku tê jiyankirin jî jina ku nikare xwe bi parêze bi destê jinên besîc li ser wan pergaleke kontrolkirinê tê pêşxistin û jin bi amurkirina mîlîtarîzê ve bi destê jinê li gorî pergala serdest tê eyarkirin. Ev di wateyekê de jinan ji hevdu cuda kirina û hindekan xistina warê zilamti de û bi wan erîş li ser cinsê xwe dayîne çêkirine. Ev rewş nasnameya jinê tune kirine û hemu mafên wîye herî bingehîn yên jiyanê li gorî pergala serdestîya zilam dîzayn kirine.
 
Rejîma Îran ya ku li beramberî hemu jinên fars,beluc,azerî,arap û kurd di bin navê hîcap û guneh de her cure mudaxeleyê rewa dibîne, di esasê xwe de ne serê jinê dixwaze mejî u ruhê jinê binuxumîne. Bi vî awayî hedef dike ku di şexsê jinê de rastîya civakeke ku bêhiş û lêpirsîn nake avabike.
 
Niha bi hezaran jin di zîndanên Îranê de bi gelek hincetên curbecur dîl têne girtin û peywendiyên van jinan bi cîhanê re hatiye qutkirin. Mafên van jinan yên parastina sîyasî,tendurustî,aborî ,perwerde ji destê wan hatiye girtin. Li gel vê bi sedan zarok li gel dayîkên xwe li zîndanande tên ragirtin û ji hemu mafên jiyanê bê par têne hiştin. Jixwe li welatekî ku cezayê îdamê û her cure îşkence lê heyî de mirov nikare behsa mafên mirovan bike. Li beramberî zextan hemu refleksên çêdibin wekî sucekî sîyasî dîtin, helwestên sîyasî jî kirina hinceta darvekirinê, tekoşînê nikare bide sekinandin, ev yek şoreşa azadiyê disepîne. Di vê wateyêde dîl girtina aktîvîsta sîyasî Zeynep Celaliyan,Nergîz Muhammedî,Atîna Daîmî wekî dîl girtina hemu jinan e.
 
Ew pirsgirêkên sîyasî,civakî,huquqî,aborî,perwerde, kar hwd yên me li jorê hejmartin heta kokên wan çoyîn û çareserî dîtin wekî KJAR em erkê xwe dizanin. KJAR azadiya civakê di azadiya jinde dibîne û modeleke azadî u demokrasîyê ku ji hemu pirsgirêkên jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê re çareserî avadike. KJAR azadiyê di pîvanên kapîtalîst û çanda jîyanê ya lîberalde nabîne, di ew reformên demkî yên Îran dixwaze bike de jî nabîne. Pirsgirêka azadiyê ya jin û civakê bi koke,ji ber wê jî çareserîyên bi kok dixwaze. Pekhateyeke ku çareseriyên demokratîk pêşdixe û di guhartina pergalande ji bo azadiya jin û civakê têdikoşe u modeleke rêvebirya ya civaka demokratîke. Ji ber vê yekê ji mafên bingehîn xistina bin garantîyê u pêşniyarên çareseriyê pêşkeşkirin wekî erkê xwe dibîne.
 
Em wekî jin afrînerên destpêkê yên pekhatina azadî, dadwerî û wekhevî ya civakêne. Em di wê zanabûnêdene ku hêza ku ew sîstema civakî ya me afirandî xirakir û hêza ku tekiliyên serdestiyê avakir hişmendîya serdest ya zilam e, li pêş her tiştî me bi tekîlîyên desthilatdarî rêvebirina civakê tu caran qebil nekir û em nakin jî. Wekî hemu jinên cîhanê em bi vê yekê bawerin ku di nav civakbûyîna heyîde bi hevdure û bi endamên din yên civakêre garantiya sîstema tekîlîyên azadîxwaz,dadwerî û wekhevî wê bi tekoşînê azadîya jinê pêkwere.
 
Wekî jin sedsala 21. em wekî sedsala azadiya jinê penase dikin. Lê belê hemu pergalên ku pêktên jinê ku despêkê civakbuyînê avakiri u xuliqandî vê rastîyê ji dest girtinê durê. Bi heqîqeta winda buyî,
 
bi ehlaqê xirab buyî û polîtîkayên ji dervey rastîyê hewl tê dayîn ku jin û civak bêne şîrovekirin. Sedema vê ya bingehîn hişmendîya civaka desthilatdar û kevneşopîya dewletê enjekte kirina civakêye. Ji ber vê yekê jin hatiye xistin,jin çiqas hatibe xistin, civak jî ewqas hatiye xistin. Ji ber ku heqîqeta jin hişmendîya desthilatparêz û pergalên dewletparêz re rê nade. Dîsa ji ber vê yekê dîrok,civak,jin û hemu nirxên civakê bi înkarkirina ji hêla pergala moderniteya kapîtalîst ve di tekiliyên serdest de têne nirxandin. Her ku diçe jin di hawîrdora gotina azadiya jin de tekoşîna xweya civakek azad,wekhev û dadwer afirandina wîye bilind tir dikin.jinên Îranî yên ku pêşengtîya şoreşa dimokratîk ya gelên Îran ê dikin, bi sekna xwe ya dîrokî bi hêz, bi nirxên 30 salî yên tekoşîna jinên kurd, rêya azadiya jinên rojhilata navîn vekirye.
 
Civaka demokratîk,civaka exlaqî û polîtîk e. Civak û takê bê exlaq û bê polîtîka ne mumkune. Exlaq hişmendiya azadî û dadwerî ya civakêye. Wîjdana civakiye. Li ser esasê ku hemu xwesertiyên cudabûna biparêzê hevbeşbuna civakê pêktîne. Hêza bingehîn ya biryar û karkirinê ye ku nîzama civakê pêktîne. Polîtîka jî zanabuna azadiyê û aqlê hevbeş yê civakê ye. Hunera azadiyê u çareser kirina pirskirêkane. Halê vê yê şênber jî siyaseta demokratîk e.
 
Afrîner u pêşda birina exlaqa civakî jin, hêza esas ya pekhênerê civaka demokratîk e. Exlaqa civakê kombuyîna hemu peywendîyên girêdanîya jinê ya bi gerdunêre ava dibe. Di civakbûyîna exlaqî ya jin-dayîk de ya esas ewe ku li ser esasê li berçav girtina xwesertiyên cudabûnan hevbeşbun û tekiliyên ku hevdu têr dikin ji bo pêşketina exlaqa civakî de roleke sereke leyiztîye. Her takekê civaka demokratîk, kirdeya demokratîk ya civakêye. Ne civak li ser tak reye, ne jî tak li ser civakêreye. Hebûna mirove ku bi çanda hevjiyana azad ya jin û zilam çêdibe,rastiya hebûna azadiya gerdûnî jî derdixîne holê.
 
Li gorî vê; em bawer dikin ku rejîma Îran beyî ku pewîstî bi mudaxeleyeke derveyî re bibînin xwe spartina dînamîkên hundurîn û bi tekoşîna jin û gelan wê demokratîk bibe. Bi taybetî sedemên ew serhildanên dawî yên ku li tevahî Îranê belavbû pewîste baş were femkirin. Bi ber çavgirtina daxwazên hêzên muxalîf yên bingehîn jin,ciwan giştî civakê ve gavên despêkê yên demokratîkbûnê dibe ku bêne avêtin. Bi rêya herî kurt ve gihîştina çareserîyê û çareseriyên mayînde afirandin tişteke ku bi aqlê hevbeş werê kirinê. Di vê wateyê de peşniyarên me yên çareseriyê jî di çarçoveya hişmendî u vijdana civakê di fermenê de em pêşkêş dikin.
 
1-Qanunên makezagonî berî her tiştî pewîste li gorî vîcdana civakê û mafên bingehîn yê mirovan bêne sererastkirin. Li gorî vê; qanuên ku hene ji feraseta zayendperest,olperest,netewperest û tekdest paqijkirina wane şert e. Di vê wateyê de mafên jinan,mafên netewên cuda û mafên baweriyên cuda pewîste bi şêwazekî demokratîk bêne penasekirin.
 
2-Di sîstema Îranê de ji bo jinan temsîlîyeta wekhev û di erkên revebirinê de cîh girtin tiştekî jêveneger e. Pewîste ku jin bi nasnameya xwe xwe rêvebibe û di hemu qadên civakîde cîh bigre.
 
3-Di qada huquqê de xwe îfade kirina jinê, di dadgeh û qanunsazîyê de xwedî mafê axaftinbûyîn pewîstiyekê bingehîne.
 
4-Yek ji sedemên din yên qeyranên aborî yên Îranê jin ji aborî durxistin u ji dervey aborî hiştine. Ji ber vê yekê kirdeya aboriyê jin, pewîste di hemu erkên aborîde cîh bigre, azadiya aborî bidestbixe û encama keda xwe bê şert bi dest bixe. Di şexsê jina ku di hêla aborîde bi zilam ve hatî girêdan artêşeke bêkaran hatiye avakirin. Ji qeyranên derketina civakî,di hemu qadên aborîde cih girtina jinê ve rastaxo peywendîdar e.
 
5-Rêgeza takê azad û civaka azad; tak berhemê civaka dîrokîye,şêwazê wî ya şênber û rojaneye. Çêbuna takekesî beyî civakê ne pêkane.bi destxistina takê azad û civaka azad, girêdayî şertê hevsengiya maf û azadiyên takekesî û kollektîf e. Ji bo pêşxistina ev hevsengiya optîmal ya navbera tak û civakê,pewîste azadiya takî û civakî ya jinê werê bidestxistin.
 
6-Rêgeza wekheviyê; civak pêkhateyeke ku cudabûn û pir cureyên xwe hene. Ji ber vê yekê wekhevî, bi qasî ku xwedî heman mafan bûyînê, di heman demê de li berçav girtina cudabûnên civakî jî pewîst dibîne. Xwe dispêrê feraseta wekhevî ya ku cudabûnan esas digre. Li gorî vê wekhevî, hemu hebûnên civakî xwedî zurufên cudabûn û xwesertiya ji xwezaya wan tê jiyankirin,dayîna jiyankirin,berdewamkirin û belavkirina wane. Di çavkaniya hemu ne wekheviyên civakî de jin heye. Ji ber vê yekê heta ku feraseta zayendperest neyê derbas kirin û azadiya jinê pêşnekeve mirov nikare behsa wekheviya civakeke rasteqîne bike.
 
7-Li îranê di qadên civakî de di tu qadên sazî de bi şêwazekî azad cih negirtina jin, di aktîviteyên sportîf û hunerî de tevlînebûna wê dibe sedem ku kabîlîyet û enerjiya huneriya wê bê kuh kirin. Di vê wateyê de ji bo bi şêwazekî azad îfadekirina ruhê xwe pewîste hemu qadên huner û sporê ji bo jinan bêne vekirin û qedexe ji holê bên rakirin.
 
8-Dîsa pewîste di temenê biçukde zewicandina keçan bên dawîkirin. Bi vê ve girêdayî pewîste şêwazên zewacê yên wekî sixe,muta jî ji holê bêne rakirin û di vê mijarêde ewlehîyên qanunî ji bo jinan bêne dayîn. Ev kiryarên derveyî îradeyê jinê,dibin sedem ku jin ji hêla ruhî,fizîkî û rumetî ve tahrîp bibin û ruxandineke derunî jiyan bikin. Ev jî dibe sedema dejenerebûna exlaqa civakê.
 
9-Berî her tiştî îdama ku kiryarekî derveyî serdem û mirovayetiyêye bê şert rakirina wê erkekî bingehîn ya mirovayetiyêye. Dîsa pewîst dike ku zurufên zindanan di her helî de bêne sererastkirin,mafên perwerde,tendurustî,huquqî bêne ewle kirin. Di her zurufî de û ji bo her girtîyek mafê xwe parastinê pewîste bê dayîn.
 
10-Hemu mijarên ku li jorê hatin diyarkirin ji daxwazên ku mafên demokratîk dihewînê pêktên. Wekî tê zanîn KJAR ji hela wê ye ku hemu pirsgirêkan bi rêbazê demokratîk çareser bike. Lê belê di heman demê de di wê zaanabûnê de ye ku li beramberî qetilkirina jinan,hemu cure bê exlaqiyan de bikaranîna wê de eger israr hebe mafê wê yê parastina rewa jî heye. Lewra li beramberî neheqiyan tekoşîn kirin ya rewa û rast e. Di vê wateyê de di nav civakê de hişmendiya parastina civakî jî ji erkên bingehîn yên KJAR ê ne.
 
11-Îran wekî civakî xwedî taybetmendiyên pir nasname û çandiye. nasnameyên zayend,ziman,bawerî netew hîç yek ji wan di ser ya din re nîne. Tu nasnameyek nabê werê tepisandin,werê taf dan,werê asîmîle kirin û werê tune kirin.
 
Li beramberî hemu erîşên li ser jinan pêşdikevin de di xeteke bîrdozîk,siyasî,aborî û civakîde tekoşîn kirinê esas digre.
 
12 = Her jinek wekî mafek xwezayî xwedî azadîyêye ku li gor daxwaza xwe cil u bergan li ber xwe bike. Aktîvîteyên sosyal wek spor, geştîyarî, ku jin bi azadî bikara li navde cihê bigre u wek mafên herî xwezayî yê jinê bên ewlekirin.
 
13 -Rêgeza azadiyê ya esasî rêgeza rêxistinbuyînêye, vîya jî di roleke bingehîn ya azadiya jinê u civakêdeye. Ji bo vîya rihêke bi hêz, îrade u bi hevbeş, bi feraseta tekoşîna rêxistinî, em xeyalên xwe ya azadiya jinê pêkbênin.
 
Hemu cure êrîşên li dijî jinê de di xeta îdeolojîkî, sîyasî, aborî u civakî de tekoşîn kirin esas digre.
 
Mijarên ku me li jor dest girt,di derbarê maf û azadiyên jinande pir kurt daxwaz û projeyameya çareseriyêye. Ji bo mayînde kirina azadiyê tekoşînên hîn mezintir pewîst dike. Di vê wateyêde erkên mezin dikevin li ser milê hemu jinan. Di pêşengtiya jinên kurd de jinên fars,beluc,arap,azerî hemu jinên îranî wekî sazî pewîste yekbibin,bi taybetî jinên di qadên civakîde û di saziyan de erkdarin pewîste hestiyar û çalakbin. Pewîste bê zanîn ku tekoşîna azadiyê berdelên mezin û tekoşînên mezin dixwaze. Yên ku tekoşîna rêxistinkirî nedin,tekoşîna mezin ya azadiyê jî nikarin bidin. Di vê wateyê de jin xwedî hêz û enerjiya ku hemu rejîmên zextger binbixinin. Tenê ji xwe û ji hevdu bi bawer bin u xwe rêxistin bikin.
 
Wekî KJAR li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi yekbûna potansiyela jinan enerjiya ku derkeve holê em bawerin ku wê guhartinên mezin çêbike. Encax bi vê bawerîyê em dizanin ku em ê xwedî li mîrate û bîranîna hemu jinên tekoşer derkevin.”