Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, têkîldarî çalakiya li Enqerê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çalakî ji aliyê tîmekî girêdayî Tabûra Nemiran ve pêk hatiye.

Tê bibîrxistin ku ev çalakî bi taybet di roja vekirina Meclîsê de, li deverkî nêzî Meclîsê, li dijî navendekî qirkirin û êşkenceyê hat kirin.

Çalakî weke ku dihat plankirin bêyî astengî pêk hatiye.

Daxuyanî wiha didome;

Ev çalakiya fedayî gihişt armanca xwe ku hevreyên me yên çalakger bi tasfiyekirina nîzamiyeyê ketin hundur û bi serkeftî pêk anîn.

Lê weke her carê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi bêhurmetiyeke mezin ji gel û raya giştî hejmara windahiyên di vê çalakiyê de diveşêre.

Divê her kes bizane ku eger endamên Tabûra Nemiran bixwestana, dikaribûn di saeta çalakiyê de guhertineke biçûk bikirana û rê li ber encamên pir cuda vekiribûna.

Lê bi zanebûn tercîheke wiha nehat kirin, girêdayî armanca bingehîn man ku gihandina peyamên pêwîst ji bo cihên pêwendîdar û hişyarkirina wan bû.

Di daxuyaniyê de armanca çalakiyê jî wiha tê ravekirin;

Ev çalakî bi armanca hişyarkirina komkujî û zextên faşîst, ên ku qanûnên netewî û navnetewî paşguh dikin hatiye kirin.

Li dijî aliyên ku mafê mirovan binpê dikin, polîtîkayên tecrîdê û dijmirovî li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê pêş dixin,

Çekên kîmyewî yên ji aliyê qanûnên gerdûnî ve hatine qedexekirin li dijî hêzên me yên gerîla bikar tînin,

Û xwezaya Kurdistanê talan dikin, bi komkujiyan re zextên faşîst li ser gelê Kurdistanê û hemû derdorên demokratîk pêk tînin.

Ev çalakiyek rewa ya xweparastinê ye.

Eger rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP’ê van sûcan bidomîne, wê çalakiyên rewa yên edaleta şoreşgerî jî bidomin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, di dawiya daxuyaniye xwe de, li ser nasnameya fedaiyan de jî agahî da.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku çalakiya bi wate ya lehengiyê, ji bo bîranîna fermandara Amedê Hulya Demîrer bi nasnav Axîn Mûş, ku wê bixwe jî demekê fermandariya Tabûra Nemiran kiriye pêk hatiye.

Ev çalakiya mezin û dîrokî ji aliyê hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hatiye pêkanîn.

Em fedaiyên Apoyî yên nemir ku çalakî pêkanîn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Em van têkoşerên qehreman û hemû hevrêyên ku keda wan di vê çalakiyê de heye, pîroz dikin û serketinê dixwazin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew ê pişt re agahiyên berfireh derbarê nasnameya milîtanên Tabûra Nemir ên leheng û fedaî ku ev çalakiya pêk anîne, bi raya giştî re parve bikin.