Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokatîk QSDe, tewanên Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê yên li dijî wan şermezar kir û bang li rejîmê kir ku dest ji dijminatiyê berde û dest bi diyalogê bike.

QSDê, di malpera xwe ya fermî de, bersiv da Wezîrê Kaêrn Derve yê Rejîma Suriye û got: Wezareta Karên Derve ya rejîma Suriye, dixwaze raya giştî û Neteweyên Yekbûyî bixapîne. Ew tewan, wê nikaribe, têkoşîna me li dijî çeteyan, pêkanîna sozên ku me dane pêkhateyên gelê Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe asteng.

QSDe, bal kişande ser beriya QSDê û rewşa li welat û got: Li heêrmê aştî û aramî nebû, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, çeteyên DAIŞê jî di nav de, komên çete ji herêmê derxistin, aştî û aramî anîn herêmê. Rejîma Suriye, bi parastina navendên desthildariya xwe li paytextê mijul bû, gelên Suriye jî dibin zilma çeteyan de bû. Hêzên QSDe, bi erka niştimanî ya Sûriyê rabû, 11 hezar şehîd û 24 birîndar dan û erka xwe ya parastina herêmê pêkanî.

QSDe, dazanîn ku, piraniya binsaziya herêmê, avaniyên giştî, saziyên dewletê, pir, kargeh û navendên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li parêzgehên Reqa û Dêre Zorê ji aliyê balafirên rejîma Sûriyê ve hatin rûxandin. Heta îro jî, rejîma Suriye çeteyên DAIŞê diparêze. Piraniya terorîstên girtî mukur hatin ku ew ji herêmên di bin serweriya rejîmê û Mertalên Firatê hatine.