Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin û ew parastin.

Hat diyar kirin ku, di 14’ê Tîrmeha 2018’an de, Polîsên Tirk li navçeya Wanê Rûya Armpşê, li Taxa Yalimerez avêtin ser mala ê malbata Şahîn.

Polîsên dewleta Tirk, di avêtina ser malê de, Ayfer, Abdulbakî, Ayhan, Abdûllah û F. Şahîn, Şehrîban Mamûk û Dîlan Gorur, bi eşkencê girtin binçavan.

Polîsên Tirk, kesên girtin, 4 rojan dibin çavan de hiştin, dadgeha Tirk jî 4 kes girtin û şandin girtîgehê.

Malbatê, ji sedema êşkenceya polîsên Tirk, li dijî 66 polîsan doz vekir û xwestin polsîên êşkencekar werin cezakirin.

Serdozgeriya Komara Tirk ya Wanê jî, li ser giliyê malbatê, ji Walîtiya Tirk ya li Wanê re nivîsek şand û xwest derbarê 66 polîsan de lêpirsînê bidê dets pê kirin.

Lê Walîtiya Tirk ya li Wanê, daxwaza dozgeriyê red kir û destur nedaku derbarê polîsên êşkencekar de lêpirsînê bidê dest pê pê kirin.

Parêzerên malbata Şahîn, li dijî biryara waliyê Tirk yê li Wanê, li Dadgeha bilintir ya Erziromê dan.