Filmê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya kadroyên pêşeng yên PKK’ê ku zilm û hovîtiya dewleta Tirk a li hember girtiyan dike mijar, heya niha tevlî gelek festîvalên film ên navnetewî bûye û di çend qadan de jî hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Filmê 14’ê Tîrmehê ku dikare di sînemageriya şoreşgerî ya Kurd de serdemeke nû veke, di nava demek kurt de kariye di asta navnetewî û Kurdistanê de dengvedaneke baş çêbike. Filmê berxwedana 14’ê Tîrmehê ku derhêneriya wê Haşim Aydemîr dike, li ser berxwedana kadroyên pêşeng yên PKK’ê, welatparêzên Kurd û şoreşgerên Tirkiyê ya li dijî zilm û hovîtiya dewleta Tirk li beramber girtiyên li zîndana Amedê kirine, hatiye çêkirin.

Filmê rojiya mirinê ya berxwedana 14’ê Tîrmehê heya niha beşdarî çend festîvalên film ên navnetewî û herêmî bûye û di çend qadan de jî hêjayî xelatê hatiye dîtin. Filmê ku berxwedana şoregerên Kurd û Tirkiyê ya li dijî hovîtiya dewleta Tirk kiriye mijara xwe, li festîvalên film a Hîndîstan, Almanya, Brîtanya, Polonya, Silêmanî û Dihok’ê de (filmên dokumenterî) hatiye nîşandan. Herî dawî jî di festîvala filmên navnetewî ya Silêmanî de xelata rêzgirtinê girt û yegane film bû ku li ser daxwaza zêde ya bîneran du caran hate nîşandan. Di qada aktoriya herî baş û derhêneriya dîmen jî hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Amadekariyên filmê berxwedana 14’ê Tîrmehê di sala 2014’an de destpê kir û di sala 2015’an de dest bi kişandina film hate kirin.

Derhênerê Filmê 14’ê Tîrmehê Haşim Aydemîr ji ber pêşwaziya germ a di festîvala film a Silêmanî û festîvalên din de hate nîşandan kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Bîneran pêşwaziyeke germ li film kirin û pêdilxweşbûn. Sedema germ pêşwazîkirina film jî ew bû ku aktorên film Kurd bûn û behsa çîrokeke Kurdan dikir.”

Derhêner Aydemîr li ser naveroka film jî wiha axivî,“Di sala 1982’an de li girtîgeha Amedê berxwedanekî bêhempa pêk hat. Film ji bo nîşandana ruhê vê berxwedana ku heta niha jî di nava Kurdan de berdewam dike ye. Wê demê Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek, Mezlûm Dogan û Sakîne Cansiz pêşengiya berxwedanê kirin.”

Aydemîr li ser girîngiya sînemayê di bilêvkirin û îfadekirina trajedî û berxwedanên Kurd jî û diyar kir bi hezaran çîrok û destanên Kurdan hene ku dikare li ser kar were kirin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Sedsala 21’an sedsala dîtbariye. Ev jî bi rêya televîzyonê yanjî bi sînemayê jî dibe. Girîngiya sînemayê ewe ku tişta ku dixwazî dikarî di nava 2 saetan de bidî. Bi hezaran sale ku Kurd di nava têkoşînê de ye û qurbaniyan dide. Bi hezaran çîrok û efsane hene ku dikare li ser kar bê kirin.”

Haşim Aydemîr di sala 1979’an de li Edeneyê ji dayik bûye û heta temenê 20 salî li Edeneyê maye, piştre diçe Stenbolê. Li wir beşê sînemayê dixwîne û niha jî li bajarê Amedê dijî.

Haşim Aydemîr heta niha derhêneriya rêzefilmên Xak û Jiyan û Ref kiriye. Herwiha ji bo filmê 14’ê Tîrmehê jî derhênerî kiriye. Di dema xwendekariyê de jî çend filmên kurt çêkiriye. Niha jî li ser filmê bi navê ‘Demsala Tûtirkan’ kar dike.

Di sala 1980’an de dewleta Tirk li dijî hemû derdorên mûxalif, şoreşgerên Kurd û Tirk û sosyalîstan darbeya 12’ê Îlonê pêkanî. Bi hezaran kes girt û di êşkenceyên mezin re derbas kir û hovîtiyeke mezin pêkanî. Ev hovîtiya dewleta Tirk a bi taybet li zîndana Amedê, di sala 1982’an de gihîşt lûtkeyê. Kadroyê pêşeng yê PKK’ê di 21’ê Adarê de li dijî hovîtî û faşîzma dewleta Tirk starta berxwedanê da. Piştre şoreşgerên Kurd û Tirk yên PKK’yî berxwedana rojiya mirinê dan destpêkirin. Heya niha gelek filmên dokûmenterî û stran li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hatine derxistin.