Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku dijminên Kurd li hember destkeftiyên gelê Kurd dibin yek, divê hêzên Kurd jî bi heman şêweyî li dijî wan bibin yek û got, “Tirkiye li Sûriye jî li Iraqê jî li dijî Herêma Kurdistanê ye. Îran û Tirkiye pêşî li pêkhatina kongreya netewî digirin. Lê ji bo Kurd li dijî dijminan bihêz bibin divê kongreya netewî pêk bînin û li çar parçeyên Kurdistanê hevkarî bihevre bikin.”

Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman helwesta Tirkiyê ya li hember statûya Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û nebûna yekîtiya Kurd di qada navnetewî û dîplomatîk de bandoreke çawa li ser têkoşîna Kurd dike, parçebûna hêzên Başûrê Kurdistanê ya li Iraqê metirsiyeke çawa li ser destkeftiyên gelê Kurd çêdike û girîngiya yekîtiya Kurd ji bo parastina destkeftî û bidestxistina statûyeke mayînde nirxand.

Piştî referandûmê peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de xirabûn. Bi destpêkirina xebatên ji bo avakirina nû ya Iraqê re danûstandin destpêkirin. Hûn danûstandinên hêzên Kurd yên bi Iraqê re çawa dinirxînin?

Li Bexdayê xebatên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê birêve diçe. Bi vê boneyê peywendiyên Kurdan careke din destpê kir, divê bihêztir bibe. Eger Kurd bihevre baş û yekgirtîbin, wê hêza wan ya li Iraqê jî zêdetir bibe. Lê di rastiyê de her partiyek serbixwe danûstandin li gel Iraqê dike. Beriya hilbijartina serokkomariyê YNK û PDK şandeyek hevbeş a danûstandinan avakiribûn û heta bihevre çûn Bexdayê jî. Pitre ji bo diyarkirina serokkomar pirsgirêk rû dan. Dûbare dibêjim, eger partiyên Kurd li Bexdayê xwedî yek helwestê û yek nêrînêbin, wê bandorê li ser çareser kirina pirsgirêkên weke madeya 140, neft, meaş û rewşa pêşmergeyan jî hebe. Lewma dibêjim eger li parlementoya Iraqê weke fraksyona Kurdistanê xwe rêxistin bikin, wê Kurd li Iraqê bihêzbe. Ancax eger ne weke fraksyonek tevbigerin wê Kurd li Iraqê lewaz bin.

-Di van demên dawiyê de Iraq di mijara aboriyê de hinek biryarên nû girt. Bi dîtina we ev biryar mayînde ne yan ji bo demekî ye?

Ev rewşa heyî divê biguhere. Di van demên dawiyê de gumrik di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatin danîn. Lê nabe ku di navbera du parêzgehan de gumrik hebin.Ji ber bandorê li jiyana welatiyan dike û dibe sedema pirgirêkên nû û bûhabûna tiştan bixwere tîne. Herwiha mijara meaş, bûdce, madeya 140, destûra Iraq û rewşa pêşmergeyan jî heye ku divê baş were nîqaşkirin û çareserî jêre were peyda kirin.

Serokkomarê Iraqê yê YNK’ê ye, wê ev yek çi bandorek li ser peywendiyan bike?

Diyarkirina serokkomar bandorê li peywendiyên di navbera PDK û YNK’ê de kir. PDK digot ku YNK nêrîna me negirtiye, YNK jî bi heman şêweyî digot ew ji me ne pirsîne ango nêrîna me ne girtine. Herdû aliyan jî hevûdû tewanbar dikir. Dema ku li Bexda hilbijartin hat kirin diyar bû ku nakokî hene. Ya rastîn ez nizanim wê ev pirsgirêka di navbera herdû aliyan de çêbû, wê kengê çareser bibe.

Hebûna baregehên artêşa Tirk yên di nava axa Iraqê de bandoreke çawa li Iraq û Herêma Kurdistanê dike?

Hebûna baregehên Tirkiyê li Iraqê tê wateya ku Tirkiye dagirkere û êrîşê welatek din dike. Li Suriye dest bi dagirkiriyê kir, li herêmên jî leşkerên wan hene. Li Iraqê jî hem hem bi rêya hewayî hem jî bejahî êrîş dike. Ev êrîşên Tirkiyê li dijî qanûnên herêmî û navnetewiye. Tirkiye di nava. Tirkiye li dijî welatiyên xwe jî terorê dike û li derveyî sînorên welatê xwe jî. Divê Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê lihemberî Tirkiyê xwedî helwestek bi hêzbin. Divê Iraq li hember ev êrîşên Tirkiyê doz veke û vana jî bibe Neteweyên Yekbûyî (NY). Lê heya niha vê yekê nekirine, ev jî nîşana lewaziya Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Nêzîkatî û helwesta Tirkiyê ya ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hun çawa dinirxînin?

Tirkiye zehf xirab nêzî Herêma Kurdistanê dibe. Eger were bîra we Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu çû Bexdayê, lê serdana Hewlêrê betal kir. Ji roja referandûmê heya niha ti peywendiyek ya Tirkiye bi Kurdan re nemaye. Lê ger Kurd bi Iraqê re li werin, wê Tirkiye Kurdan cidî bigire. Ger ev yek pêkneyê, wê Tirkiye Kurdan cidî negire û hesap neke. Bi taybet niha Herêma Kurdistanê lewaz bûye û piştî 16’ê Cotmeha 2017’an beşek mezin a xaka herêmê ji destê Kurdan derket. Dikare bêgotin ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê ye. Erdogan dibêje ‘Ez nahêlim li Bakurê Sûriye tiştek weke li Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistan) pêk hatiye , çêbibe. Di vir de navê Herêma Kurdistanê jî ne anî ser zimanê xwe. Yanî mûameleya Tirkiyê li hember Herêma Kurdistanê gelek xirab e.

Ji bo guhertina rewşa heyî û derbaskirina metirsiyan divê Kurd çi bikin?

Pêwîste Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya netewî pêk bînin, hevkariya hev bikin û hewl bidin kongreya netewî lidar bixin. Pêkne hatina kongreya netewî jî ji ber nakokiyên di navbera aliyên Kurd de û bandora Tirkiye û Îranê ye. Dijminên Kurdan Îran, Tirkiye, Iraq di dema referandûmê de bûn û li dijî Kurdan lihevkirin, divê Kurd jî li dijî wan hevbigirin û yekîtiya xwe pêk bînin. Ji bo vê jî dibêjim divê kongreya netewî ya Kurd çêbibe. Pêkhatina kongreya netweî yegane rêya çareseriyêye li hember dijminên gelê Kurd.