Fransa û Awûstûrya ku dema dawî gelek êrişên çeteyên DAÎŞ’ê lê rû dan, têkildarî koçberiyê û herêma Schengenê daxwaza tedbîrên nû dikin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron roja Sêşemê li Qesra Elysee bi Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz re hevdîtin kir û mijara têkoşîna li dijî terorîzmê nirxand. Her du lîderan piştre bi beşdariya serokwezîrên Elmanya û Hollandayê, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Mîchel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ûrsûla von der Leyen ‘civîneke bilind a biçûk’ bi rêya vîdeo-konferansê li dar xistin.

Macron piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê ku gotinên wî nîşan dide ku hem Fransa hem jî welatên Yekîtiya Ewropayê wê dema bê polîtîkaya ‘têkoşîna li dijî terorîzmê’ û polîtîkaya koçberiyê bi hev re bimeşînin.

Macron anî ziman ku koçberiya ne qanûnî û têkoşîna li dijî terorîzmê divê ‘tevlîhev’ neyên kirin, lê belê di navbera herdu fenomenan de ‘têkilî’ heye û divê li ser vê mijarê rawestin.

Macron bi bîr xist ku êrişa li bajarê Nice ji aliyê koçberekî Tûnisî ve hate kirin û îdîa kir ku ev rewş nîşan dide ku di navbera koç û terorîzmê de têkilî heye. Macron îdîa kir ku mafê penaberiyê yê li welatên Yekîtiya Ewropayê tên îstîsmarkirin, torên qaçaxçiyên mirovan, mirovên ji ‘welatên şer lê nîne’ ji vê yekê sûdê werdigirin.

‘DIVÊ SCHENGEN BÊ GUHERTIN’

Mijareke din a ku Fransa zextê dike guhertina Peymana Schengenê ye ku piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê tê de ne. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron anî ziman ku ji nû ve nirxandina vê peymana li ser ger û geşta serbest a li 22 welatên Yekîtiya Ewropayê, Swîsre, Îzlanda, Norwêc û Lîechtensteîn ji bo ewlekariyê pêwîst e.

Macron îdîa dike ku Schengen têra parastina sînorên derve nake. Awûstûrya jî piştgiriya Macron dike. Elmanya jî diyar dike ku mesele tenê bi ewlekariyê yan jî bi polîtîkaya ceza çareser nabe.