Li dijî meleyên ji derve tên anîn, Elmanya kete nava liv û tevgerê. Li gorî plana nû ya Wezîrê Karên Hundir Seehofer wê hatina meleyan a ji Tirkiyeyê bê astengkirin.

Meha dawî êrişên têkildarî çeteyên DAÎŞ’ê li bajarên Parîs û Nice yên Fransayê, piştre li bajarê Dresden ê Elmanyayê û herî dawî jî li paytexta Awûstûrya Viyanayê pêk hatin. Ji be rrola mizgeftan û meleyan a di van êrişan de welatên Ewropayê ji bo deriyên xwe li meleyên ji derve tên bigirin, dikevin nava liv û tevgerê.

Ev mijar rojeva sereke ya Konferansa Îslamê bû ku bi serokatiya Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer ji ber şewbê bi rêya vîdeo konferansê pêk hat. Seehofer di destpêka konferansê de axivî û got, “Eger Ewropa êdî welatê misilmanane jî wê demê divê deriyê xwe ji destwerdan û bandora ji derve bigire.”

Seehofer got, “Di mijara ola welatiyên me yên misilman de divê em bersivê bidin pêwîstiyan” û anî ziman ku Fransa û Hollanda bi hev re tevdigerin û xwedî armanceke bi heman rengî ya van welatan e. Seehofer destnîşan kir ku ji bo pêşî li hatina meleyên ji derve bê girtin divê dîplomayên meleyên li Elmanyayê tên perwerdekirin bên naskirin.

Çapemeniya Elman jî ragihand ku di Konferansa Îslamê de ku nûnerên gelek saziyên olî tevlî bûn, Seehofer got, “Armanca me ya destpêkê ew e ku ji Tirkiyeyê meleyan wernegirin.”

Li gorî plana Seehofer, armanc ew e ku gav bi gav hejmara meleyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên şandin bên kêmkirin. Elmanya dixwaze meleyên ku bi rengekî baş dikarin bi Elmanî biaxivin, xwedî li nirxên Elmanyayê derdikevin û sûcê nefretê nakin, perwerde bike.

Rejîma Erdogan bi tapybetî piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an meleyên ku bi taybetî hilbijartiye dişîne Elmanyayê. Ji van meleyan tê xwestin ku di heman demê de propagandaya desthilatdariya AKP-MHP’ê bikin û ji bo îstîxbarata Tirk agahiyan kom bikin.