Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan diyar kir ku di salvegera Komkujiya Mereşê de wê li bajêr çalakiya bîranînê li dar bixin û banga tevlîbûnê li her kesî kir.

Di Komkujiya Mereşê de ku 19’ê Kanûna 1978’an dest pê kir û heta 24’ê Kanûnê dewam kir, li gorî daneyên fermî 111, li gorî şahidan jî zêdeyî 500 Elewî hatin kuştin.

Tevî ku 43 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, fobiya Elewiyan a dewleta Tirk hîn jî dewam dike. Di doza Komkujiya Mereşê de ji ber ku polîtîkaya bêcezahiştinê dewam dikir, 3’ê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê li Otela Madimakê 33 rewşenbîrên Elewî hatin qetilkirin. Hîn jî li dijî Elewiyan êrişên provokasyonê têne kirin.

Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan bi wesîleya salvegera Komkujiya Mereşê ji ANF’ê re axivî.

DEWLETÊ ELEWÎ NEDIXWEST

Kaplan anî ziman ku sala Komkujiya Mereşê lê pêk hat, ew xwendekarekî lîseyê bû û piştî 3 rojan bi bûyeran hesiya.

Kaplan bi bîr xist ku li Mereş, Çorûm, Sêwas û Meletiyê Elewî bi rengekî komî hatin kuştin û got, “Çima li van bajaran bûyerên bi vî rengî qewimîn? Ji ber ku li van bajaran hem nifûsa Elewiyan gelekî zêde ne, hem jî qadên bazirganiyê ne. Pêşketina Elewiyan a li van bajaran hin kes aciz kir. Mînak li Sêwasê li atolyeyên Rêyên Hesinî yên Dewletê gelek Elewî dixebitîn. Her wiha Meletî ji aliyê bazirganiya mişmişan û Mereş jî bi xaka xwe ya berhemdar ji aliyê çandinî û sewalkariyê ve qadên girîng bûn. Bandora Elewiyan a li ser bazirganiyê, kes û hêzên ku komkujî plan kirin gelekî aciz dikir. Wê demê dewletê bi rêyên nefermî ciwanên Elewî dişand derveyî welat. Dixwest ku vê xakê biterikînin.”

Kaplan diyar kir ku hesabê komkujiyên mîna Mereşê bi dirûşman nayê pirsîn û got, “Bi salan hate gotin; em ê hesabê komkujiyê bipirsin, vê komkujiyê ji bîr nekin. Lê belê ev tenê slogan bû. Bi sloganan ev kar nabe. Eger em dixwazin hesabê Mereşê bipirsin, di salvegera îsal de divê bi milyonan Elewî berê xwe bidin Mereşê û bajêr bigirin. Ji ber ku Mereş nêzî 30 salan qet nehate bibîr anîn. Bêxwedî ma. Di nava 13 salên dawî de em mirovên li Mereşê hatin qetilkirin bi bîr tînin. Lê ev têrê nake. Li cihekî weke Mereşê 30 hezar Elewî hene, lê belê em bi 200 kesî bîranînê dikin. Ji ber vê yekê hesabpirsîn bi herikîna li qadan a girseyî dibe. Mînak, em îsal bi vî rengî xwe ji bo bîranîna Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê amade dikin.”

DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE MEREŞÊ

Kaplan ragihand ku Komkujiya Mereşê travmayeke cidî ye û got, “Ji sedî nod ê şahidên Komkujiya Mereşê neaxivin. Travmaya wan hînê teze ye û hêza wan nîne ku timî bînin bîra xwe. Ji ber ku ne hesan e. Tu zarokê xwe emanetî cîranê xwe dike, lê ew zarokê te yê 8 salî serjê dike. Yanî çavê jin a 80 salî derdixîne û diavêje nava çalê. Gelo kî dikare travmayeke bi vî rengî ji ser xwe biavêje? Ev komkujiyên bi rêbaza DAÎŞ’ê ji dema avabûna komarê û vir ve hene. Em ê îsal dîsa li Mereşê bin. Em ê bi bîr bînin. Divê her kes piştgiriyê bide Mereşê.”