Hate gotin gefa kuştinê li Mazlûm Dag û Mihemed Beşîksiz tê xwarin, ku bi îdîaya rêveberê MÎT’a Tirk a li Hewlêrê Osman Kose kuştibûn hatibûn girtin û cezayê darvekirinê dabûne wan.

Diyar bû ku li Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Hewlêrê gefa kuştinê li Mazlûm Dag û Mihemed Beşîksiz hatiye xwarin, ku Dag û Beşîksîz têkilî çalakiya 17’ê Temûza 2019’an a li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hatibûn girtin û di çalakiyê de endamê MÎT’ê ya Tirk a Osman Kose û her wiha Nêrîman Osman û Beşdar Remezan hatibûne kuştin.

Dag û Beşîksiz dema ku bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn binpêkirinên mafên wan û gefên li ser wan vegotin. Malbatan diyar kirin li dijî binpêkirina mafan û gefên ku li wan têne xwarin zarokên wan beriya niha çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, piştî hevdîtina li gel rayedaran, li ser soza ku wê zext û zordarî û gefên li ser wan bi dawî bibin dawî li çalakiya xwe anîbûn.

ÊŞKENCE Û GEF

Malbatan diyar kirin piştî ku çalakî hate bidawîkirin binpêkirina mafan zêdetir bûye, Dag û Beşîksiz kirine hicreyên yek kesî, êşkence li ser zarokên wan dikin û derb li wan dane. Malbatan gotin, rayedarên emniyetê ji zarokên wan re gotine, “PKK dijminê me ye, hûn jî êsîrê me ne. Em ê we li vir bikujin û haya kesî jî wê jê çênebe” û wiha gef li zarokên wan xwarine.

PIŞTÎ ZÎNÎ WERTÊ ZEXT ZÊDETIR BÛNE

Malbatan her wiha diyar kirin piştî êrîşa li ser Zînî Wertê bi dijminatî êrîşê dibine ser zarokên wan, rojê tenê ji bo 2-3 deqeyan dikarin biçine lawaboyê, nahêlin ku zarokên wan li televizyonê binerin, pirtûk û radyoyê nadine wan.

MALBATAN BANG KIRIN

Malbatan diyar kirin ku zarokên wan beriya niha çalakiya grêva birçîbûnê kiribûn û heke ev binpêkirin wiha bidomin zarokên wan diyar kirine ew ê dest bi rojiya mirinê bikin û gotin, “Divê Kurd li bara vê rewşê bêdeng nemînin. Ev helwesta Rêveberiya Herêmî ya Federal a Kurdistanê nayê qebûlkirin. Divê Kurd helwesta xwe nîşan bidin.”