Li gorî daxuyaniya Tevna Ewlekariyê ya Iraqê, çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser navenda polîsan a li Zaxniye ya li Abare ya li Diyalaoyê. Ji ber êrişê 3 polîs û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan, 2 polîs û 5 sivîl jî birîndar bûn.

BANGA JI BO VEGUHASTINA HÊZÊN LEŞKERÎ

Endamê Parlametna Iraqê Hûmam Temîmî yê ji Diyalayê bang li rayedarên leşkerî yên li Bexdayê kir ku hêzeke hîn mezintir a leşkerî veguhêzîne nava herêma Diyalayê.