Siyasetmedar, rojnameger û kesayetên rêxistinên mafên mirovan di semînerekê de ku li Enstîtiya Siyasetên Cîhanî li Amerîkayê hate lidarxistin gefên li dijî pêkhate û kêmneteweyên etnîk û mezhebî yên li Sûriye û Iraqê gotûbêj kirin. Her wiha piştrast kirin ku divê sîstemeke piralî ji bo paşeroja Sûriyeyê were çespandin.

Di 2’yê Mijdarê de li Enstîtuya Siyasetên Cîhanî ya li Amerîkayê bi rêveberiya pisporê karûbarên derve û lêkolînerê di enstîtuyê de profesor Pol Kiwêr semînerek der barê gefên li dijî pêkhate û kêmneteweyên etnîkî û mezhebî yên Iraq û Sûriyeyê de hate organîzekirin.

Di semînerê de nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Ewrûpayê Sînem Mihemed, serokê Meclisa Suryanî û endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Besam Îshaq û ji rêxistina Kildo-Asûr a Iraqê Loey Mîxaîl beşdar bûn.

Di semînerê de her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesayetên siyasî û çapemenî û nûnerên rêxistinên mafên mirovan beşdar bûn.

Di sermînerê de Sînem Mihemed behsa 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re kir û bal kişand ser destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê û diyar kir ku di encama topbarana dawîn a Tirkiyeyê li dijî Kobanê û Girê Spî welatiyên sivîl û zaroka 6 salî ya bi navê Sara bûne qurbanî. Sînem bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdana xwe bikin da ku rê li  pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigirin.

Beşdaran her wiha girîngiya pêkanîna sîstemeke piralî di Sûriyeyê de û gefên li dijî hebûna pêkhate û kêmneteweyên etnîk û mezhebî li Sûriye û Iraqê gotûbêj kirin.