Li Xelîfanê çi bû bi zelalî nayê zanîn. Lê gelê Kurd divê zû rabe ser xwe. PDK divê daxuyaniyeke pêbawer bide.

Heke rewşa rageşî ya berdest wiha bidome û jê xirabtir biqulibe ser şerekî nav hêzên Kurdistanê ev ê bike ku taloke li ser Kurdan û destkeftiyên wan çêbibe ku bi kedeke mezin bi dest xistine. Halê hazir gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn Metîna û Zapê li dijî dewleta Tirk a mêtinger şerekî dîrokî dikin. Di rewşek wiha de ku dewleta Tirk ketî nav çiravê û li bara gerîla nikare gava xwe bavêje îhtîmala şerê navxwe wê xizmetê ji dagirkeran re bike. Her wiha wê derbeke giran li xeta yekîtiya netewî bide ku gelê Kurd tim dixwaze yekîtiya netewî çêbibe.

Rola PKK di parastina destkeftiyên başûrê Kurdistanê de êdî ji hêla her kesî ve tê dîtin. Dema êrîşên DAÎŞ’a dijminê mirovahiyê ev bi rengekî berbiçav hate dîtin. Li Kerkûk û Şengalê bi hezaran Kurd ji hêla gerîlayan ve ji komkujiyê hatin xilaskirin.  Gerîlayên ku ne tenê Kurd tevahiya cîhanê bi pesindarî behsa wan dike, bi têkoşîna dîrokî careke dî nîşanî hemû cîhanê dane bê ka parazvanên rastîn ên gelê me kî ye.

Ti civak bêyî parastina civakî nikare li ser piyan bimîne, hebûna xwe bidomîne. Her civaka ku êrîş  li ser heye, polîtîkayên îmha û înkarê li ser heye, tê pişaftin û qirkirin û ev rastiya biêş jiyayen û ji bo ku careke dî eynî talokeyê nejî xweparstin kiriye şertê sereke yê hebûna xwe. Mixabin hin civak ji ber van polîtîkayên îmha û înkarê tine bûne ji bo ku hebûna xwe bidomînin nebûna xwedî şansekî dî. Gelê Kurd di dîrokê de gelek caran êrîşên wiha hatine ser, 73 Ferman tenê hatine ser Êzidiyan û ev jî kambaxiya rewşê nîşan dide. Dîrok yekîtî û xweparastina Kurdan ferz dike. Gelê Kurd ku li nav çar parçeyan hatiye parçekirin, di sedsala nû dde encex bi yekîtiya siyasî dikare bigihije armanca welatê azad.

Piştî ku Efrîn ji hêla Tirkan ve hate dagirkirin guhrandina demografiya herêmê, tinekirina sirûşt û talankirina diroka wê, aşkere dibe ku Kurd bi hev re ranebin wê çi were serê wan. Bêguman bi rengekî parçeyî tevgera Kurdan dike ku dagirker birçî bibin û dibe sedem ku weke mêtingeke potansiyel nêzîkatî li Kurdistanê bikin. Dema dagirkeriya navborî bibe avaniyên siyasî yên ku vîna civaka Kurd temsîl dikin, ku hemû nakokiyan deynin holê û parastina welêt deynin ber xwe, ev ê bibe zemîna yekîtiyê.  Li ser vê mijarê dema ku ramanên yekkirinê yên Rêbere Gelê Kurd Abdulalh Ocalan û perspektîfê ji bo yekîtiya netewî mirov deyn ber xwe, wê bike ku pirsgirêkên heyî di demeke kurt de çareser bibin. Li ser vê mijarê di pêvaoya dawî de daxuyaniyên çêker ên PKK’ê û gavên ku avêtine gavên girîng in ji bo desteka li vê pêvajoyeke wiha.

Di rewşeke wiha de ku geşedanên navnetewî berevajî ku Kurd yekîtiya xwe geş bikin, taloke li ser destkefiyên heyî jî bi rengekî zelal derketine holê, hewaya ku hêviyên yekîtiya Kurd jê şax dide, careke dî bi agahiyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatî berevajî bû. Daxuyaniya HPG’ê ku aşkere kirî li herêma Xelîfanê têkilî ji komeke gerîla qut bûye, di dilê gelê Kurd de birînek vekiriye.

Piştî bi berfirehî zelal bû rewş girantir dibe. Piştî ku têkilî ji tîmeke gerîla ya bi fermandariya gerîla Serwer dema ku ji Xelîfanê diçin qut bu, ku li gerîla li çiyayên Kurdistanê, li deşt û bajar û gundan di nav şertên herî giran de gerîlatiyê dikin, berê her kesî kete ser PDK’ê. Li gel ku PDK du caran li ser vê mijarê daxuyanî daye jî PDK’ê hê ti bersiv nedaye. Ev helwesta PDK’ê ku xwe kerr û kor kiriye, dişibe bêdengiya sûcdarên ku sûcekî mezin kirine. Bi zêdebûna helweta raya giştî li ser PDK’ê zexteke giran çêbûye.  Bêguman gelê Kurd di nav fikar û meraqan de ye û li hêviya daxuyaniyekê ye. Gelê Kurd aqûbeya wan gerîlayên leheng meraq dike ku xwe fedayî azadiya gelê Kurd kirine bi fedayî şer dikin û ji berdêlayinê xwe nadin paş û bûne parçeyek ji gel.  Sebra HPG’ê ya ku hêjayî pesinandinê ye diyar kir tekane û astenga herî mezin e ku pêşî lê digire tiştên ku neyên xwestin neyên jiyîn . Li gel dorpêçkirina gerîla, hewldana dor li wan tengkirnê jî gerîla bi xwînsrî disekine, nehiştiye şerekî pêkan derkeve û hemû enerjiya xwe dane ser şikandina êrîşên dagirker ên domdar. Di rewşeke wiha de ku berxwedana dastanî ya li Zap, Avaşîn û Metîna fedekarî û lehengiya gerîla careke dî daniye holê, gavên ji bo qelskirina hêza gerîla jî gelê Kurd xweş dibîne û pê dizane. Ango divê her kes xweş zanibe gelê Kurd Wê êrîşên li ser gerîla efû neke. Heke ev êrîş li ser gerîla ku bi gelê Kurd re bûye yek, ji hêla hin aktor an jî aktorên din ve hatibe kirin an jî were kirin ev rewş wê tenê bibe sedm ku hêrs mezintir bibe û xwediyê vê pratîkê bêguman ji hêla gelê Kurd ve wê werin mehkûmkirin.

Li Xêlifanê bi berfirehî çi bû niha bi zelalî nayê zanîn. Lê li ser agahiyên ku agahî ji komeke gerîla nayê girtin, şehîd û birîndar hene divê gelê Kurd bi lez tevbigere û helwesteke xurt deyne holê.  Her wiha PDK divê daxuyaniyekê bide. Bi derengîxistina vê daxuyaniyê wê rewşê girantir bike. Gelê Kurd rûdana li Xelîfanê, aqûbeta zarên fedayî yê gelê me Serwer, Wargeş û Dijwar meraq dike. PDK di vê pêvajoyê de pêî divê daxuyaniyeke zelal û têrker bide. Divê kesek ji bîr neke gavên berevajî vê an jî helwestên berevajî vê wê xizmê tenê ji b dijminên gelê Kurd û dewletên mêtinger re bike.