Meclisa Giştî ya Qamişlo û Kongreya Star a Qamişlo ji bo şermezarkirina binpêkirin û zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got “Em bang li hemû partiyên Kurdistanê dikin ku hevkariya xwe ragihînin û li hemberî van kiryarên Tirkiyê bê deng nemînin.”

Meclisa Giştî ya Qamişlo û Kongreya Star a Qamişlo ji bo şermezarkirina zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirinên wê li dijî gelê herêmê û zextên wê yên li dijî girtiyên azadiyê û mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst hate dayîn. Endamên meclisê, Kongreya Star û bi dehan şêniyên Qamişlo beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li ber pankarta ‘Bi rihê serhildana Şêladizê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin, Biradostê biparêzin û Efrînê azad bikin’ hat dayîn. Kesên ku beşdarî daxuyaniyê bûn alên Kongreya Star, ala TEV-DEM’ê û wêneyên Ocalan hildan.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin. Endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê yê Qamişlo Ayîd Birahîm bi kurdî û endama Rêveberiya Kongreya Star a Qamişlo Hacer Hesen jî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di vê dema ku em destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin û têkoşîna aştiyê dikin de, hevrêyênn me jî di girtîgehên Tirkiyê de bilind dikin. Em li ser asta welat û dewletên biyanî têkoşîna serbestberdana rêberê xwe Abdullah Ocalan dikin. Da ku em jî wekî tevahî gelên cîhanê serokê xwe di nava xwe de bibînin.

Lê xuya ye Tirkiye dest ji hovîtiya xwe bernade û em dibînin ku çawa êrîşî her tiştê Kurdistanê û mafê girtiyên me yên mirovî dike. Niha jî êrîşî axa başûrê Kurdistanê dike. Herî dawî jî li herêmê Xakûrk û Sîdekanê. Ev kiryarên faşîst ên dewleta Tirk operasyonek ji bo qirkirina tevahî gelê Kurd li her çar parçeyan e.

Dewleta Tirk dixwaze hemû axa me dagir bike. Mînaka vê ya herî berbiçav jî Efrîn e. Niha jî êrîşî Başûrê Kurdistanê dike bêyî ku girîngiyê bide zagonên navneteweyî û rêgezên mirovî. Ji bo vê jî em bang li hemû pêkhate û hêzên siyasî yên herêmê dikin ku bibin yek û li dijî vê destwerdana Tirkiyê rawestin. Em bi tundî êrîşên li ser herêma Başûr û dagirkirina Efrînê şermezar dikin. Her wiha em bang li hemû partiyên Kurdistanê dikin ku hevkariya xwe ragihînin û li hemberî van kiryarên Tirkiyê bê deng nemînin.

Her wiha em bêdengiya desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî van destwerdanan şermezar dikin. Ji ber ku bêdengiya wê ya bêsedem di vê qonaxa girîng a ku yekgirtina gelê me pêwîst e, cihê şermezariyê ye.

Em soz didin ku em ê bi vîna raperîna Şêladizê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bikin, Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên  ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

(bm-jy)

ANHA