Di 28’ê Nîsanê de dewleta Tirk bi balafirên şer êrişî çoltara navçeya Sîdekan a girêdayî Hewlêrê kiribû û 2 welatî qetilkiribûn.
Tîmên Avakirina Aştiya Civakî -CPT, têkildarî êrişê daxuyanîyek da û got;
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 28’ê nîsanê de welatiyên ji rojhilatê Kurdistanê ji bo ku giya û pincarên demsala biharî kom bikin çûne zozanên herêma Xinêrê.
Di encama êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de 2 welatiyên ji rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin, ji kesekî birîndar jî agahî nayê girtin.
CPT destnîşan kir ku cenazeyên 2 welatiyan, Ehmed Heydî û Resul Yunis, piştî 4 rojan radestî malbatên wan hatine kirin.
Ajans Rojnewsê jî ragihand ku; Resûl Yûnis zewicî ye û bavê sê zarokane, Ehmed Heydî xwedî zarokekê ye, temenê wan jî di navbera 45-55’an de ye.