Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi lehengiyeke destanê û îrtadeyek polayî û ruhê Apoyî têkoşînê dikin û aretêşa Tirk a dagirker têk dibin.

Rojnamevan Hêlîn Harun Çekdar nûçeşîroveyek nivîsî ye û wiha dibê je:

“Artêşa Gerilla ku ji aliyê Rêber Apo û milîtanên wî ve hatiye avakirin, ji aliyê taktîk, rêbaz û profesyoneliyê ve, çalakiyên destanî dikin.

Artêşa Tirk ku weke yek ji artêşên herî xurt yên cîhanê tê pênasekirin; ji pêkanîna komkujiyên sivîl, bikaranîna çekên qedexekirî û talanê nade alî, li hemberî Gerîla bêçare maye.

Rayedarên dewlet û desthilatdariya dewletê bi şoqa windahiyên giran nizane çawa têkçûna xwe binixumîne.

Bi veşartina hejmara kuştiyan cenazeyên leşkeran ji holê tune nabin.

Gerillayên Azadiya Kurdistanê, li herêma rojavayê Zapê, di çarçoveya Pêngava Şehîd Savaş Maraş, Cenga Xabûrê û Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk de, li Girê Amediyê li dijî çeperên leşkerên dewleta Tirk çalakî kirin û herî kêm 61 leşker hatin ceza kirin.

Qîrîna leşkeran û cenazeyên leşkeran ên li ser berfê, leşkerên hatin şewitandin ji aliyê kamerayên Gerîla ve hatin kişandin.

Hêrsa tolhildanê û kelecana serketinê ya gerîla li gel berfê û sermayê jî diyar bû.

Dewleta Tirk 3 sal in timî îdîa dike ku ew ê Gerîla biqedîne.

Lê Gerîla tevî derfetên kêm jî bi îradeyeke ji pola, bi ruhê Apoyî xwe dispêre mîrateya berxwedana PKK’ê û berê xwe dide vîzyona Kurdistana azad û Rêberê azad.

Gerîla ji Metîna heta bi Avaşîn, ji Zapê heta bi Xakurkê û ji wê derê jî heta çar parçeyên Kurdistanê bendên parastinê ava dike.