Hunermendên TEV-ÇAND’ê têkildarî çalakiya ku wê bi dirûşmeya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ werê pêkanîn, daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê kir.

TEV-ÇANDê got; Dewleta Tirk a dagirker 25 sal in bi destûra hevalbendên xwe li pêş çavên her kesî tecrîdeke bêexlaq li Rêber Apo ferz dike.

Gelê Kurd û dostên wan, 25 sal in ji bo çareseriya demokratîk û azadiya Rebertî têkoşînê dikin.

Lê dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên qedexekirî êrîşî gel û şervanên Kurd dike, komkujiyan dike.

Gundan, bajaran tune dike, qirkirina siyasî û çandî gihîştiye asta herî hov.

Binesaziya li Rojava her roj tê bombekirin, kuştinên siyasî têne kirin, êrîş li hunermend, rewşenbîr û aktîvîstan tê kirin.

Dîse jî nikarin têkoşîna azadiyê biqedînin û gelê Kurd dîl bigirin.

Weke hunermendên welatparêz di têkoşîna azadiya gelê xwe de em bi rol û wezîfeya xwe zanin, di her çalakiyê de em bi gelê xwe re ne, hewl didin pêşengiyê bikin.

Lewma di vê roja dîrokî de divê em hunermendên welatparêz û kedkarên çandinê bi temamî bi gelê xwe re bin.

Di 17’ê Sibatê de em ê bernameyên xwe hemûyan rawestînin û bibêjin, ‘Wê rojê tenê bernameyek heye, ew jî çalakiya dîrokî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’.