Gerîlaya YJA Starê Hêvî Ronya qala berxwedana Şeşdara ya Cenga Heftanînê ku 109 roj li pey xwe hişt. Gerîla Ronya got: “Dijmin poşman bû ku hate Şeşdaran. Ev berxwedana herî mezin bû.”

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Ronya berxwedana Şeşdara ya xeta berxwedana jinê û Cenga Heftanînê ku 109 roj li pey xwe hişt vegot.

‘DIJMIN HEMÛ TEKNÎK BIKAR ANÎ  LÊ BI SER NEKET’

Ronya bal kişand ser berxwedana gerîla û got: “Dema ku operasyon dest pê kir, êrîşa ewil li Keşanê pêk hat. 3 hevrêyên me li wir şehîd bûn û di saetên şevê de oparasyon destpê kir. Destpêkê xwestin li devera Şehîd Kendal û Bektorya leşkeran danin.

Dijimin dizanî wê gerîla li ber xwe bide, lê nedizanî ku gerîla di êrîşên wiha de xwe ji nû ve pêş xistiye. Dijmin li wir têkçûneke mezin xwar, li herêmên Xantûr, Şeşdara û Partîzanê dest bi operasyonên berfireh kirin. Dema ku li devera Xantûra dest bi operasyona dagirkirinê kirin, zêdetirî mehekê bi teknîkê şer kirin. Bi balafirên şer, keşfê, kobra û skorskiyan re şer hate kirin. Dijmin çiqasî xwest ku leşkeran dane, lê bi ser nediket û hevrêyên me bi saetan û rojan li dijî teknîkê şer kirin. Çiqas xwestin ku leşker danin qadê û sereriya xwe ya li herêmê bidin çêkirin, lê bi ser neketin. Du rojan xwestin ku li Xantûrê leşkeran danin, lê nekarîn.”

‘TAXIMEK HEVRÊYÊ ME KARÎN BALAFIRÊN ŞER’

Ronya wiha domand: “Taximek hevrêyên me li dijî artêşekê şer kirin. Me li ser cîhaz hatina dijmin a Şeşdaran dişopand. Li Şeşdaran taximek hevrêyên me yên jin hebûn. Hevrêyên me li ser bêtêlê gotin ku; ‘Dijmin va tê, em diçin pêşwaziya wan’. Gotina; ‘em diçin’ jî bi coş û kelecanî bûn. Digotin; ‘Bila bên em amade ne, heta dawî em ê şer bikin, em rê nadin ku wisa bi rehetî bikevin xaka me.’ Me li ser bêtêlê çûyîna hevrêyan dişopandin, bi moral û coş bûn. Bi hezaran çete, bi sedan leşkerên Tirk û bi dehan çeteyên ku pêşengtî ji wan re dikirin, berê xwe dan taximek hevrêyên me yên jin. Hevrêyên jin li dijî artêşa dagirker û tecawizkar berxwedan dinivîsandin. Bi saetan kobrayan bombe dikirin, Skorskyan leşker didanî, ji bejahiyê ve jî dihatin, ji girên pêşber ve jî êrîş dikirin. Dijmin li ber berxwedana hevrêyên me bê care bûn û bi ser nediketin. Ne dikarî tiştek bikin. Di dîrokê de cara yekê bû ku 50 carî balafirên şer cihekî bombe bikin. Wê demê dijmin windahî û bêçaretiya xwe nîşan da. Artêşa Tirk a faşîst di êrîşa qetlîama Dersimê de jî balafirên şer rakiribûn, bombe li gel barandibû, wê demê gotibûn ku; ‘Heta ku li ser vê erdê yek zindî mabe, em ê bombe bibarînin’. Şehîd Esmer, Ararat, Zelal, Bêrîvan û gelek hevrêyên din ên ciwan li vir dijman perîşan kirin. Bi erdê re, bi kobra, hewan, obus, ji her alî ve êrîşî taximek hevrêyên jin dikî ev têrê nake bi balafirên şer 50 carî bombe dibarînî. Bi van êrîşan dide nîşandan bê ka çiqasî biçûk û lewaz in. Ev ji bo me serketinekî mezin bû. Hevrêyên me yên jin, bi berxwedan, moral, coş û tilîliyan diçin ser dijmin.”

Herî dawî gerîlaya YJA Satarê Hêvî Ronya ev got: “Dijmin poşman bû ku hate Şeşdaran. Ev berxwedana herî mezin bû.”