Pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê ku bi beşdariya bi sed hezaran kesî pêk hat, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî dozag girtina HDP’ê bû helwestek.

Şêniyên Wanê ku îsal bi rengekî bi heybet Newroz pîroz kirin, ji ANF’ê re axivîn.

‘EM Ê LI HEMBERÎ ZILMÊ PAŞVE GAVÊ NEAVÊJIN’

Mehmet Koç ku bi kincê gelêrî tevlî pîrozbahiyê bû diyar kir ku gelê Kurd her tim li hemberî zilmê li ber xwe da û got, “Ev yek rastiyeke û gelek caran hatiye ispatkirin. HDP partiya gelan e. Gelê Kurd wê ti carî dest jê bernede. Bila Serokkomar Erdogan zanibe ku HDP nebe jî gelê Kurd wê bi partiyeke nû rêwîtiya xwe dewam bike. Girtiya partiya me ez weke desteserkirina îradeya xwe dibînim. Divê ji vê şaşitiya mezin vegerin. Kurd wê partiyeke nû ava bike û rêwîtiya xwe dewam bike. Girtina partiyê wê zerareke mezin bide gelan, aştî û demokrasiyê.”

‘NIKARIN BI ÎRADEYA GELÊ KURD’

Selma Şîpal ku bi rengên kesk, sor û zer tevlî pîrozbahiyê bû, wiha axivî: “Em Newrozê diyarî hevrêyên xwe yên li zindanan dikin. Ji vir em berxwedana wan silav dikin. Mixabin Erdogan vê coşê, vî gelî nabîne. Çend caran partiya me girtin, me hîn bi xurtî partiyek ava kir. Îradeya gelê Kurd mezin e û gelek partiyên mezin dikare ji nava xwe ava bike. Em ê deriyên zindana bikişînin û Birêz Ocalan wê ji girtîgehê derkeve. Nikarin bi îradeya gelê Kurd. Em ji her demê xurtir in. Bila Newroza gelê Kurd ê bi şeref pîroz be.”

‘DÎMENÊ KU HÛN NIHA DIBÎNIN HDP YE’

Kader Ahmetoglû jî wiha axivî: “Beriya her tiştî ez doza girtina HDP’ê û derxistina Birêz Gergerlîoglû ji Meclîsê bi destê polîsan şermezar dikim. Peymana Stenbolê betal kirin, ev çima kirin? Pêşî li komkujiya jinan vedikin. Em jin her tim hene û em ê her hebin. HDP em in, nikarin me bigirin. Va ye dîmenê hûn dibînin HDP ye. Ji ber vê yekê jî em bang li hikumetê dikin ku dev ji vê ykeê berde.”