Gerîlayên HPG’ê li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê û herêma sînorê Colemêrgê li dijî hêzên Tirk ên dagirker rêzeçalakî lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin gerîlayên HPG’ê li Tepê Xwedê yê herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê û li Colemêrgê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakî li dar xistine.

Hate diyar kirin ku di çalakiya şeva Înê de gelek windahiyên artêşa Tirk hene lê têkildarî bîlançoyê agahiyên zelal bi dest neketine.