Girê Spî ya herêma Firatê ji paşguhkirinê veguherî navenda bi hezaran terorîstên ji gelek deverên cîhanê hatine û mîrateya şaristaniyê talan kirin û dîroka bi sedan salan a jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan derbe kirin. Xêra û bêra wê dizîn, mizgeft, dêr û keleh wêran kirin. Ev 5 sal e Girê Spî hatiye rizgarkirin û di bin banê Rêveberiya Xweser de bûye modeleke jiyana hevbeş û aştiya navxweyî.

Bi pêketina çirûska şoreşa Sûriyê re di sala 2011‘an de bajarê Girê Spî jî mîna gelek deverên din ên Sûriyê serî hilda û banga hilweşandina rejîma Sûriyê kir.

Çend meh piştî destpêkirina xwepêşandanên aştiyane li welat, rêjîma Sûriyê endamên xwe ji bajarê Girê Spî kişandin. Bi destwerdana hêzên herêmî û navdewletî re şoreşa gel a aştiyane ji xeta xwe derket û di destpêka 2012‘an de veguherî şerekî çekdarî. Eşîrên Ereb ên herêmê çek rakirin û li hember êrîşên komên çekdar ên ku ji dizî û talankirina welat hatin avakirin, milkên xwe parastin.

Di vê çarçoveyê de zêdetirî 155 komên çekdar bi navê îslamî hatin avakirin. Nemaze herêmên nêzî sînorê Tirkiyê herî zêde para xwe ji kiryarên komên terorîst ên herî xeternak di cîhanê de mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê wergirt ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin.

Dewleta Tirk sînorên xwe ji deh hezaran çeteyên biyanî re vekirin û ew derbasî bajarê Girê Spî kirin. Bi vê yekê bajar veguherî navenda destpêkirina çalakiyên çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê ku ji vir derbasî herêmên din ên Kurdan wekî Kobanê û Serêkaniyê bûn.

Dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê li Girê Spî heta havîna 2015‘an dewam kir. Çeteyan dibistan qedexe kiribûn, welatî ji hemû mafan bê par hiştibûn û komkujî pêk dianîn. Piştî windahiyên DAIŞ‘ê li şerên yekemîn ên li Iraq û Sûriyê bi taybet li bajarê Kobanê ku zêdeyî 5 hezar çeteyên xwe winda kirin, şervanên YPG û YPJ‘ê ji herêmên Serêkaniyê û Kobanê berê xwe da Girê Spî û herêm di 15‘ê Hezîrana 2015‘an rizgar kir.

Mîna gelek deverên din ên Sûriyê yên dûrî parêzgehên mîna Şam û Helebê, bajarê Girê Spî di gelek aliyan de hatibû paşguhkirin û wekî herêmeke li nêzî sînorê Tirkiyê azarên şer kişandin, heta herêm hat rizgarkirin û di bin banê Rêveberiya Xweser de di aliyê leşkerî û sivîl ve hat birêxistinkirin.

Gava yekemîn a ber bi Rêveberiya Xweser ve

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de bajarê Girê Spî, di encama gelek civînên di navbera rûspî, siyasetmedar û rewşenbîran de Rêveberiya Xweser gava dîrokî ya hilbijartinên demokratîk a qonaxa yekemîn avêt, li ser vê yekê komîn hatin avakirin û endamên wan hatin hilbijartin.

Piştî serkeftina hilbijartinên qonaxa yekemîn a hilbijartinên qonaxa duyemîn a meclisên herêmî û şaredariyan di Çileya 2018‘an de dest pê kir. Meclis jî ji komîteyên tenduristî, jin, aborî, ciwan, parastin, çand û huner, kar û barên civakî, rêveberiyên herêmî û şaredariyan û komîteya perwerdeyê pêk tê.

Tenduristî

Dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê li kantonê 2 salan dewam kir. Şêniyan azarên mezin di aliyê tenduristiyê de kişandin. Çeteyan bi navê şerîeta îslamî tedawîkirina zilaman li gel bijîşkên jin, her wiha nexweşên jin li gel bijîşkên zilam, qedexe kiribû. Dîsa jî kêmbûna kadroyên tenduristiyê bû sedema karesateke mirovî li herêmê ku di encamê de nexweşî belav bûn.

Rêveberiya Xweser erka pêşxistina warê tenduristiyê girt ser xwe. Gava yekemîn a ku rêveberiyê dest pê kir, Nexweşxaneya Wetenî ya bajêr ji nû ve sererast kir. Nexweşxana ku ji odeyeke rewşên awarte pêk dihat, 15 beş lê hatin zêdekirin. Jê beşên destwerdana lezgîn, destwerdana kesk û ya sor, beşa zarokan, hundirîn, cerahî, jin, zayîn, mûayene, dermankirina fîzîkî, şûştina kulçikan, laboratuar, beşeke taybet ji nexweşiyên domdar (telasimiya, şekir û tansiyon û hwd). Nexweşxane mehê derdora 10 hezar nexweşan pêşwazî dike.

Komîteya Tenduristiyê, her wiha li navçeya Eyn Îsa nexweşxaneyek bi navê “Naxweşxaneya Umer Elûş” vekir. Niha jî amadekariyên vekirina nexweşxaneyekê li navçeya Silûkê dike ku di çend rojên li pêş de were vekirin.

Her wiha li gundên Hemam Tirkmen, Hîşa, Kormazat û bajarokê Cirin navendên tenduristiyê vekirin ku bê pere derman pêşkêş dike. Komîteya Tenduristiyê ruxseta vekirinê da 41 nexweşxaneyan û 45 bijîşkan ku klînîkên xwe vekin.

Perwerde

Çeteyên DAIŞ‘ê û beriya wê El-Nusra dibistnên bajar û gundewarên wê veguherandibûn girtîgeh û baregehên perwerdeyên leşkerî. Komîteya Perwerdeyê ya katonê di aliyê pêşxistina perwerdeyê de zehmetiyên mezin kişandin heta ku dibistan sererast kirin û xwendekar pêşwazî kirin. Hejmara dibistanên li kantonê 420 in, hejmara giştî ya xwendekaran ji her sê astan (seretayî, navîn û amadehî) 38 hezar in û ji aliyê hezar û 500 mamosteyan ve perwerdeyan dibînin.

Komîteya Perwerdeyê xebatên xwe berfireh kirin; Yekitiya Mamosteyan, Rêveberiya Mamosteyên Jin û Rêveberiya Peymangeh û Akademiyan hatin avakirin.

Di rêziknameya rêveberiyê de mafê her xwendekarî/ê heye bi zimanê dayikê perwerde bibîne. Lê peydakirina mamosteyên ji bo zimanê ermenî û tirkmenî ji pirsgirêkên sereke bû ku rêveberiyê kişandin.

Xizmetguzarî

Di aliyê xizmetguzariyê de jî Girê Spî hatibû paşguhkirin.

Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin da vî wawrê, 6 hezar 900 metrekabik rê qîr kir. Her wiha rêya Ceblê, Yabîse û hin rêyên din bi axa spî sererast kirin û dê demên pêş de werin qîrkirin. Dîsa jî rêyên sereke yê yên hundir û derveyê bajêr heta navçeya Silûkê hatin sererstkirin.

Li gel sererastkirina rêyan, Şaredariya Gel xetên avê û yên kanalîzasyonê yên bajêr û gundewarên wê hatin sererastkirin, jê xetên gundê Ebû Keraya.

Şaredariyê her wiha girîngiyek da warê bicihkirinê û avakirina bê serûber qedexe kir.

Şaredariya Gel parka Sedaqa ya nêzî kaniya Eyn Erûs vekir û li çerxerêya Hiwêca bi boneya salvegera 4‘emîn a rizgarkirina bajêr peykerê simbileke genim saz kir. Li aliyekî din jî kolanên sereke yên bajêr ronî kir.

Şaredariya Gel niha amadekariyên avakirina parkeke ji bo lîsokên zarokan bi budçeya 10 milyon lîreyên Sûriyê dike û bi heman budçeyê şeklê gerdûnê li navenda bajêr datîne.

Kantona Girê Spî di bin banê Rêveberiya Xweser de bi awayekî demokratîk û di nav rewşeke ewle de xwe bi rêve dibe û rêxistina xwe bi pêş dixe.

ANHA