Gerîlayan li Xakurkê operasyona şoreşgerî ya Ahmed Rûbar li darxistin.
Operasyon doh saet 16’an destpêkir.
Gerîla li Girê Şehîd Qehreman a girêdayî herêma Xakurkê ji sê aliyan çûn ser dijmin.
Di çalakiyê de 27 leşkerên dewleta Tirk ên dagirker hatine cezakirin û 17 çekên dagirkeran hatine desteserkirin.
Navên hin leşkerên hatine cezakirin, bi vî rengî ne:
Ramazan Gunay, Mehmet Serînkan, Çagatay Erenoglû, Yasîn Karaca, Emre Taşkin, Îsmaîl Yazici.
Wezareta Parastinê ya Tirk jî piştî çalakiya gerîla daxuyanî da û ragihandibû ku tenê 3 leşkerên wan hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne