Endama Komîteya navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernama taybet a Medya haber de li ser komkujiyên Parîsê jî nirxandin kir.

Hêlîn Umît Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdulrehman Kizil bîranî û wiha got:

Bê guman gelê Kurd ên li Ewropayê ji bo şermezarkirina vê komkujiyê amadekariyên cidî dikin.

Di 23’ê mehê de dê çalakiyek şermezarkirinê ya mezin pêk bînin.

Bi komkujiya yekemîn a Parîsê re, bi qetilkirina hevrê Sakîne di 9’ê Çileyê de, pêvajoyeke nû destpê kir.

MÎT’a Tirk eşkere kiribû ku li derveyî sînorên xwe veguheriye hêzeke operasyonê, ne tenê pêşengên gelê Kurd, wekîlên wan, welatparêzên pêşeng jî bikin hedef.

Rêbert Apo gotibû.

Ha gule li Sakîneyê xistin, ha li min xistin e.

Hevrê Evîn jî yek ji kadroyên me yên pêşeng bû. Dema tê gotin komkujî, qirkirin yekser hejmara mirovan tê girtin dest. Ew xelet e.

Li vir mirovahî tê qetilkirin. Mirovên ku têkoşîna azadiyê ya gelan dimeşînin li nava kolanan tên qetilkirin.

Ev yek ji bo mirovatiyê pirsgirêkek e. Dewleta Tirk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelê cîhanê pirsgirêk e, xwedî karekterekî qirker e.

Komkujiya Mereşê, komkujiya 19’ê Kanûnê ya li girtîgehan, komkujiya Roboskê û komkujiya Parîsê nîşaneya vê yekê ye.

Emê hesabê hemû komkujiyan bipirsin.