HPG’ê bi daxuyaniyekê got: ‘Ji bo tolhildana fermandara me ya fedayî rêheval Axîn Mûş a li Amedê şehîd bû û hevrêyên me Egîd, Rohat û Demhat ên bi wê re şehîd ketin û rêheval Rênas ê li Botanê şehîd bibûn, gelek çalakî hatin lidarxistin.

Di van çalakiyan de 12 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û 2 kamerayên mobeseyê hatin rûxandin, wesayiteke zirxî û 15 çeper hatin derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi hûrgulî ev agahî parve kirin:

“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

21’ê Îlonê li herêma Berxwedanê yê Girê Cûdî bi çekên giran derb li 8 çeperên dagirkeran hat xistin. Çalakî hêzên me yên YJA Starê pêk anî

Hêzên YJA-STAR bi taktîka sûîqestê 2 dagirker ceza kirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Tevgera helîkopteran bi çekên giran hate rawestandin.

22’ê Îlonê li herêma Berxwedana Girê Cûdî hêzên YJA-STAr bi bi çekên giran êrîş bir ser dagirkeran, û 3 çeper jî hatine derbkirin.

21’ê Îlonê li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê dagîrker bi çekên giran hatin gulebarankirin û 4 çeper hatin derbkirin. Pergala kameraya Mobesse ya dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.

Li dijî dagirkerên ku dixwestin xwe li Qada Berxwedana Girê Amediyê bi cih bikin çalakiyek hatiye lidarxistin. 4 dagirker bi bombeyên destan û çekên ferdî hatin cezakirin.

Saet li 17:30’an de li herêma Berxwedana Girê Amediyê dagirker bi taktîka sabotajê hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

21’ê Îlonê saet 18:45’an de bi çekên nîvotomatîk li dagirkeran dan 1 dagirker hati cezakirin.
Sîstemeke kamera Mobesse ya dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin.

Heman rojê saet 19:25’an dagirker bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin.

Maşîna zirxî ya dagirkeran a li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM bi çekên nîv- otomatîk hate hedefgirtin.

Li Herêma Metîna;

21’ê îlonê dagirkerên ku xwestin li herêma Berxwedana Girê Ortê bi pêş ve biçin, hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

21’ê Îlonê hêzên me li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Ortê mudaxeleyî çalakiya helîkopteran kirin, helîkopter ji herêmê dûr ket.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 21’ê Îlonê de li herêma Berxwedana Girê Bahar a herêma Batî Zapê 1 caran, li herêma Gundê Şêlazê û Gundê Bêşîlî yên herêma Metîna jî 4 caran êrîş li Şehîd Delîl hatiye kirin; Bi tevahî 5 caran bi balafirên şer bombe kirin.

Di 21’ê Îlonê de herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê û herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Şehîd Delîl, Rojavayê Zap’ê û Metîna bi topan hatin bomberdûmankirin.”