Gerîlayên ku di nava berxwedana dîrokî ya Xakurkê de ne gotin, ku wê bi ruhê 15’ê Tebaxê bi ser bikevin û ji bo berxwedanê bang li gel kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Xakurkê li dijî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk di nava berxwedana dîrokî de ne, salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

‘EM Ê SERKETINÊ DIYARÎ GELÊ XWE BIKIN’

Ji gerîlayên YJA Starê Koçerîn Koçer a ji Êlihê got, “Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê serketina dîrokî diyarî gelê xwe bikin.”

Gerîlaya YJA Starê Koçer got, “Divê dijmin baş zanibe ku wê di şerê xwe yê qirêj de ti carî bi ser nekeve. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin, xaka xwe biparêzin. Heta dawiyê em ê li dijî dagirkeriyê raewstin. Şer û têkoşîna me bi hîmên qewîn tên meşandin. Ji xwe hîmên xwe bi pêngava 15’ê Tebaxê hate danîn. Pêngava 15’ê Tebaxê derbeya herî mezin e ku li dijmin, li faşîzmê hatiye xistin. Gelekî li ber tinebûnê bû ji nû ve afirand. Em ê heta dawî li ser şopa fermandar Egîd bimeşin. Em ên ku niha li Xakurkê li ber xwe didin şagirtên fermandar Egîd in. Em, gerîlayên YJA Starê yên li Xakurkê soza serketinê didin gelê xwe.”

‘PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ RUHEKÎ NÛ DA GELÊ KURD’

Gerîla Berxwedan Wan ê ji navçeya Qelqelî ya Wanê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd tê wateya vejîneke nû û got, “Pêngav hem ji bo tevgera me hem jî ji bo gelê Kurd tê wateya vejîneke nû. Fîşeka destpêkê ya hate teqandin ji bo gelê Kurd bû ruh. Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dijmin gelê me ji rastiya xwe dûr ketibû. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re gelê Kurd bû xwedî ruhekî nû. Niha li çar parçeyên Kurdistanê bi serkêşiya dewleta Tirk a bi faşîzma AKP-MHP’ê li dijî gelê me êrîşên mezin tên kirin. Bi van êrîşan re dixwazin tola 15’ê Tebaxê hilînin. Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd hişyar kir û gihand asta berxwedanê li dijî dewleta Tirk a mêtinger. Ji ber vê yekê bi rengekî hovane êrîşî xaka me û gelê me dikin. Artêşa Tirk a dagirker çi dike bila bike wê nikaribe li pêşberî têkoşîna me encamê werbigire.”

‘ROJA KU RASTÎ NÎŞAN DA’

Ji gerîlayên HPG’ê Diyar Xeyrî Cûdî yê ji Erdîş a Wanê diyar kir, “Eger mirov dixwaze rastiya dergûşa mirovahiyê Kurdistana qedîm zanibe divê mirov beriya her tiştî Pêngava 15’ê Tebaxê fêhm bikin. Mirov çiqasî wateya fîşeka destpêkê fêhm bikin ewqasî jî dikarin rastiya Kurdistanê fêhm bikin. Hingî ev têkoşîna pîroz dikare bê fêhmkirin. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngaveke leşkerî bû. Hem vejîn bû hem jî xwegihandina rastiyê, xakê û welat bû.”

‘TEVLÎ ŞERÊ RÛMETÊ YÊ LI KURDISTANÊ BIBIN’

 Gerîlaya YJA Starê Ciwana Destan a ji Qelqelî ya Wanê ku demeke dirêj e di nava berxwedana Xakurkê de ye, destnîşan kir ku salvegera 15’ê Tebaxê wê bibe goristan ji dagirkrean re.

Ciwana Destan got, “Bang li hemû jin ên ciwan dikim ku bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî şerê rûmetê yê li Kurdistanê bibin. Em ê destûrê nedin ku leşkerên dijmin bi pêlavên xwe yên qirêj xaka me qirêj bikin. Heta ciwanek tenê jî li çiyayên Kurdistanê bimîne, heta gerîlayek tenê jî bimîne ev berxwedan û têkoşîna bi heybet wê bidome.”