Qeyûmên ku li Colemêrgê û navçeyên wê dest danîne ser şaredariyan, bi salan e saziyên jin, ciwan û çandê girtin û hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî AKP’iyan, leşker û polîsan kirin.

Li Colemêrgê û navçeyên wê, nêzî 10 salan e ku şaredariyên gel, dibin dagirkeriya qeyûman de ne û teva bûne navendên rantê.

Niştecihên Colemêrgê diyar kirin ku bi taybetî avahiyên xizmetê yên şaredariyên Colemêrg û Geverê ji aliyê dewletê ve mîna qereqolê hatin bikaranîn û gel nikare biçe şredariyan.

Di talankeriya qeyûm ya 10 salan de Navenda Jinê ya Binevş a Şaredariya Colemêrgê, Navenda Jinê ya Bervar a Şaredariya Çelê û Navenda Jinê ya Nûjîn a Şaredariya Şemzînanê hatin girtin.

Li Geverê jî Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ku bi Kurdî perwerde didajî hate girtin.

Di sala 2014an de, piştî ku şaredarî kete destên BDPe yekemîn car giranî da ser karên ji bo jin, ciwan, ziman û çandê.

Yekemîn car yekîneyeke jinê hate avakirin, di mijarên perwerde, aborî û tundiya li dijî jinê de kar hatin destpêkirin.

Saziyên ku pirsgirêkên jinan çareser dikirin û derfetên kar diafirandin, piştî dagirkeriya qeyûm hemû hatin girtin.

Kreşên Kurdî yên şaredariyê jî girtin, li krêşên ne hatin girtin jî.Kurdî qedexe kirin û kirin Tirkî.

Xelkê Colemêrgê, Geverê û hemû navçeyan xwe amade dikin ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hesab ji AKPê û qeyuman bipirsin.