Gerîlayê YJA Star û HPG Hebûn Hêvî û Herekol Şiyar gotin,”Bi ruhê berxwedana Garê, ruhê Newrozê dîsa bi me re jinûve şîn bû û wê bi vî ruhî Newrozê pêşwazî bikin.”

Gerîlayên YJA Starê û HPG’ê Hêvî û Herekola Şiyar gotin ew bi rihê serkeftinê ya Garê pêşwazî li Newroza sala 2021’an dikin.
Gerîlaya YJA STarê Hêvî got, ‘Em li serê van çiyayên azad 21 Adara sala 2021’an, roja Newrozê di serî de li Rêber APO, hevalên zindana yên ku li hemberî dijmin berxwedaniyeke mezin dikin, li hemû gele me yê welatparêz ê ku roj bi roj, kêlî bi kêlî ev nefesa azadiyê ku dikişînin û li ber xwe didin, li hemû jinên ku canê xwe feda kirine, hemû jinên ku li serê çiya li ber xwe didin û hemû gerîlayê azadiyê em pîroz dikin.
 

Em gerîlayê jin vê rojê li hemû gelên welatparêz û yê cîhanê pîroz dikin. Roja Newrozê ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e, rojeke vejînê ye. Kawayê Hesinkar çawa li hemberî Dehaqan li ber xwe da, serî rakir, dagirkerî û bindestî qebûl nekir, em ji vê dest pê dikin.
Mazlûm Doganan li hemberî dewleta Tirk, dewleta dagirker bi berxwdaniyeke pir mezin canê xwe feda kirin û her wiha berdewamiya vê beriya mehekê li Garê berxwedaniya ku hatî kirin, ev berxwedaniya ku her tim roj bi roj xwe didomîne, roj bi roj li hemberî dagirkerî serê xwe radike, ev rihê Newrozê di şexsê heval Şoreş de xwe da pêş. Nehişt dagirker, dewleta Tirk şa bibe ku were axa me dagir bike. Ew rihê heval Şoreş, heval Rojhat ev berxwedanî da pêş. Yanê ew rihê Newrozê dîsa bi me re şîn bû. Bi berxwedaniya wan hevalan em Newrozê dîsa pîroz dikin.”
 

‘EM Ê NEHÊLIN KU DIJMIN BI AXA ME ŞA BIBE’

Gerîlaya YJA Starê Hêvî got ew îdîaya wan ew e ku heya dawî bi Rêberê Gelê Kurd re bimeşin, bi berxwedaniya Kawa, Mazlûm, Şoreşan li ber xwe bidin, heta hilma dawî ew ê bi rihê Newrozê bijîn.

Li hemberî dagirkerî û zilma dewleta Tirk bi berxwedanî em ê canê xwe feda bikin û emê nehêlin ku şa bibin bi axa me. Em gerîlayê jin jî em ê wî ruhê berxwedanê dîsa bi xwe re vejînin,  jiyaneke nû bi xwe re ava bikin.
Di sala nû de em ê nehêlin ku dijmin daxwazên xwe bi cih bîne. Em ê bi Newrozê bi ser bikevin, em ê heya dawî jî berxwe bidin û em ji bo hemû gelê welatparêz û hemû gerîlayê serê çiya em bi berxwedaniyê, bi rihê serkeftinê Newrozê pîroz dikin. Em dixwazin ku rihê rast ê Newrozê nîşan bidin, çawa ku Kawa, Mazlûm, Şoreşan beriya mehekê çawa li xwe dan û nehiştin ku dijmin şa bibe, ciwanên Kurd jî divê li ber xwe bidin û tevlî nav refên gerîla bibin. ”

Gerîlayê HPG’ê Herekol Şiyar jî got,‘‘Em hêzên HPG ê Newroza 2021’an di serî de li Rêber APO, Şehîdên şoreşê , tevahî gelê me yê welatparêz , hevalên ku niha li zindanan li ber xwe didin û tevahî şervanên azadiyê  pîroz dikin. Newroza îsal em bi ruhê serfiraziya Garê ku di şexsê Fermandar Şoreş Beytûşebap te bi berxwedanî û lehegiyek mezin dewleta Tirk têk bir, bi wê ruhê serkeftinê û bi wê zaferê Newroza îsal pêşwazî dikin. Û ev newroz wê bibe Newroza serkeftinê, wê bibe Newroza berxwedanê û ya serfiraziyê.”
 

‘EV NEWROZ WÊ BIBE AGIRÊ AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ’

Ji bo ku îdîa û xeyal û ji vê biryardariyê, soza ku em ê serfiraziyê pêk bînin tiştê ku ji destê me bê em ê bikin û wê hedefa me teqez serkeftin be. Soza ku me daye gelê xwe em bi vê sozê ve girêdayine. Newroza 82’an a di şexsê fermandar û rêheval Mazlum Dogan de peyama ku hatî dayin îro li Garê ev Newroz geş dibe û ev Newroz wê bibe agirê azadiyê, agirê demokrasiyê û wê bibe agirê yekitiya gelan û em gerîlayê HPG ê vê sozê didin gelê xwe ku teqez heya serkeftinê em ê ne ekinin û rêya xwe berdewam bikin.”