PJAK û KODAR’ê daxuyaniyek weşandin û gotin û desntîşan kirin ku Newroza îsal bila bibe wesîleya şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo cejna Newrozê peyamek hevbeş belavkirin.

Di peyama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) de ev tişt hatin gotin; “Sala borî ji bo Rojhilatê Kurdistan hem jî beşên din yên Kurdistanê, salek berxwedanê bû. Zexta li ser hemû pêkhateyên civakê hîn jî dewam dike û dijî vê jî gelê Kurd di nava têkoşînê de ye.

Newroz ji bo gelê Kurd hêmaya azadîxwaziyê ye û her tim weke destpêka serhildan û raperînê ye. Her tim li Kurdistanê bihar û germahiya serhildanê têkelî hev bûye. Newroz ji bo gelê me cejna vejîn, diyar bûn, vegera xwezayê û cewherê hebûna civakê ye. Gelê Kurd di rewşek dijwar ya aborî, civakî, têkoşîna dijî Korona û Komara Îslamî de, pêşwazî li cejna Newrozê dike. Di heman demê de tecrîdek girankirî li ser gelê Kurd û bi taybetî Rêber Apo heye. Armanca êrişan, astengkirina pîrozbahiya Newrozê ye, em dixwazin sala nû bi têkoşîn û hewldanek hemûalî bibe sala serketin û azadiyê. Bibe sala têkbirina terîda li ser Rêber Apo û gelê me.

Pêwîste di vê cejna neteweyî û jiyana hevbeş de, dagirkerî têk biçe û serketin mîsoger bibe. Em bang herkesî dikin, bi ruhê xwedîderketina destketiyên gelê me kombûna li derdora nirxên civakî, têkoşînek bê hempa were meşandin.”