Dewleta Tirk a dagirker bi topbaranê gundên li rojavayê Girê Spî bombe kir.

Dewleta Tirk, li gorî dema herêmê saet di 10:00 de bombe li gundên Xirbêt Beqir, Erîda, Zenûbya, Siwan, Luqluqo, Kor Hesen û Bîr Zinarê yên li rojavayê Girê Spî barand.

Hate ragihandin ku êriş bi topbaranê hatiye kirin, lê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Hate ragihandin ku balafirên bêmirov li ser Eyn Îsa, rêya bejahî ya M4 û Girê Spî digerin.