Li dijî berxwedêrên ku bi rojan li hemberî êrişên bi sedan balafir, bi hezaran tank, top, obus û fuzeyan bi çekên xwe yên ferdî li ber xwe didan, vê carê planeke cuda xistin meriyetê. Çekên wan li dijî wijdan û hestên berxwedêran bûn.

Berxwedana Rûmetê roja nehemîn dadigirt. Yên ku bi qasî 200 saetî li dijî êrişeke giran li ber xwe dan, ji bo sivîl û hevrêyên xwe yên birîndar neçar mabûn ku biryarekê bidin. Ji ber ku dagirkeran bombardûmaneke giran li nexweşxaneyê dikirin. Ji ber ku jenerator hatibû bombekirin hin berxwedêr şehîd bûbûn. Nebûna malzemeyên tibî ne bes bû, vê carê jî elektrîk hatibû birîn. Bi dehan birîndar li nexweşxaneyê bûn. Hinek ji wan rewşa wan giran bû. Birîndaran bi xwe diyar dikirin ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Îradeyeke çawa bû? Di kêliya dawî de jî qala berxwedanê, qala têkoşînê dikirin.

Li derve hinekan ji xwe biryar dabûn. Komploya agirbestê ji berê ve ketibû dewrê. Dema ku mirov li rewşa wê demê binere, dibîne ku ev komplo di dema amadekirina plana dagirkeriyê de hatibû plankirin. Komplo 17’ê Cotmehê bi garantoriya DYE’yê, 22’ê Cotmehê jî bi garantoriya Rûsyayê xistin dewrê.

LIHEVKIRIN AN JÎ KOMPLO?

17’ê Cotmeha 2019’an di navbera DYE û dewleta Tirk de, 22’ê Cotmeha 2019’an jî di navbera Rûsya û dewleta Tirk de lihevkirin li ser agirbestê çêbû, ku ev yek ji lihevkirinê wêdetir komplo bû. Diviyabû bi vî rengî bihata pênasekirin. Çima komplo bû? Ji ber ku dewleta Tirk û hêzên global ên li pişta wê, li gel her cûre teknîk û êrişên xwe nekarîn li hemberî berxwedêran bi ser bikevin. Ji ber ku ya hêvî dikir bi dest nexistin, serî li rêbazeke bi vî rengî dan. Eger ew ‘agirbest’ nehatibûya qebûlkirin dibe ku Serêkaniyê îro nehatibûya dagirkirin.

DAXUYANIYÊN LI SER AGIRBESTÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser agirbestê ev daxuyanî dabû: “Bi navbeynkariya DYE’yê ya bi temsîliyeta Alîkarê Serokê DYE’yê Mike Pence û daxwaz û qebûlkirina QSD’ê, îıro di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyeyê de agirbesteke lezgîn hatiye kirin. Ev agirbest têkildarî Girê Spî û Serêkaniyê ye. Agirbest wê piştî saet 22:00 bikeve meriyetê.

Alîkarê Serokê DYE’yê Mike Pence bi rêya telefonê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re axivî û diyar kir ku herdu welatan ji bo agirbesta li Sûriyeyê li hev kirine. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî got, “Ev yek agirbestek nîne.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî lihevkirina agirbestê ya navbera DYE û Tirkiyeyê got, “Ev agirbest di encama berxwedana me, di encama berxwedana şervanên Kurd, Ereb û Suryan ên QSD’ê de pêk hatiye. Her wiha di encama têkoşîna gelan û dewletên ku piştgiriyê didin gelê me de pêk hatiye.”,

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl jî got, “dewleta Tirk a ku li pêşberî berxwedana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya hêvî dikir bi dest nexist, bi DYE’yê re agirbestek çêkir. Aldar Xelîl got, “Berxwedanê encameke bi vî rengî afirand.”