Girtiya siyasî Mizgîn Kayitbey tedawiya wê nayê kirin, ku li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Patnosê heftiya çûyî 30 qerdiyanî êşkence lê kiribû. Kayitbey diyar kir ew ji jiyana xwe bi fikar e û banga bihistyarbûnê kir.

Girtiya siyasî Mizgîn Kayitbey ku li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Patnosê tê girtin, heffiya çûyî dema ku birin dadgehê 30 qerdiyanê nêr pêşî bi gotinan û piştre bi fizîkî êrîş birin ser. Kayitbey ji ber derbên ku xwarî  hişê wê çû û rakirin nexweşxanê. Kayitbey li nexweşxanê li ber tedwaiyê daîn lê dîsa jî tedawiyê nehat kirin û dîsa birin girtîgehê. Malbata Kayitbey diyar kir ku rewşa keça wan ne baş e û ji bo alîkraiya hiqûqî serî li Şûbeya ÎHD’ê ya Stenbolê da.

Kayitbey bi cezayê girtîgehê yê miebetê tê darizandin û dosyaya wê li dadgeha îstînafê ye. Kayitbey ji ber derbên ku heftiya çûyî lê dan nekarî biçe dadgehê. Ji ber êşkenceyê danişîna Kayitbey taloqî meha Îlonê bû. Kayitbey piştî êşkence ku lê hatî kirin cara pÊşî bi malbatê re bi telefonê axivî, ji malbata xwe re ragihand ku rewşa wê a ne baş e, beriya ku pansûmana wê were guherandin jî hema wiha bi bayê bezê ew vegerandina girtîgehê. Kayitbey diyar kir êşkence ne ku tenê li wê tê kirin, li gelek gritiyên siyasî tê kirin û banga bihistyarbûnê li raya giştî kir.