Gerîlayê HPG’ê Botan Germiyan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û destnîşan kir, wê nehêlin gelê Kurd bê qirkirin.

Li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê, ku dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve êrişê dibe ser, berxwedan dewam dike. Gerîlayê HPG’ê Botan Germiyan li ser vê berxwedanê axivî. Germiyan diyar kir ku artêşa Tirk di dagirkeriyê de sînoran nas nake û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê rexne kir.

Gerîlayê HPG’ê Germiyan destnîşan kir, eger partiyên siyasî yên li Başûr destûrê nedin dewleta Tirk, nepêkane ku artêşa Tirk vê dagirkeriyê rewa bike û got, “Bila gelê me zanibe ku yên li Zap, Avaşîn û Metînayê hevkariyê bi Tirkan re dikin, ne zarokên vê xakê ne. Gerîla rûmeta Kurdistanê diparêze. Hinek radibin rûdinê gefê li PKK’ê dixwin, şantajê dikin. PKK ji bo destketiyên Kurdan, ji bo nirxên Kurdan heye. Eger bombe li çiyayên Kurdan têne barandin, eger daristanên Kurdistanê her roj têne şewitandin, hingî dijminatî li Kurdan hemûyan tê kirin. Gerîla ku dagirkeriyê qebûl nake, wê heta dawiyê nirxên gelê Kurd biparêze.”

GERÎLA ZAROKÊN GELÊ KURDISTANÊ NE

Gerîlayê HPG’ê Germiyan bi bîr xist ku gelê Kurd li her devera Kurdistanê berdêlên giran daye û got, “Kurdan li dijî her cûre êrişan li ber xwe dan. Niha gef li destketiyên Kurdan tê xwarin. Gelo artêşa Tirk çima dixwaze Başûr dagir bike? Ji ber ku Kurdan weke netewe hîn biryareke xwe nedaye, destketiyên xwe baş misoger nekirine. Dewleta Tirk jî sûdê ji vê digire. Bêguman gerîla naxwaze ku mala Kurdekî bi tenê jî bê bombekirin. Divê xwezaya Kurdistanê neyê talankirin. Dewleta Tirk Kurdan dikuje, Başûr dagir dike, mafên Kurdan nas nake. Ev yek ne tenê li dijî Başûrê Kurdistanê ye, ev yek qirkirina Kurdan hemûyan e. Divê her kes vê berxwedana Avaşîn, Zap û Metînayê bibîne. Gerîla zarokên gelê Kurdistanê ye.”