Xurşît Çetîn di sala 1994’ê de li Bedlisê hatibû binçavkirin û girtin.
Ji ber doza xwe û azadiya gelê Kurd dewleta Tirk 30 sal cezayê hepsê dayê.
Xurşîd Çetîn ê dema hate girtin 22 salî bû, piştî 30 salan di 52 saliya xwe de ji girtîgeha Îzmîr Şakranê derket.
Malbat, endam û rêveberên komeleya piştevaniya bi xizmên girtî û hikûmxaran re ya Egeyê Ege Tuhayderê wî li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin.
Xurşît Çetîn ji kamereyan re axivî, kêfxweşiya xwe anî ziman