Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê.
Artêşa Tirk a dagirker şevê din li gundê Gelale yê bajarokê Şarbajêr ê Silêmanî malek bombebaran kir.
Di encama êrişê de ciwanê bi navê Mihemed Seîd şehîd bû.
Hate zanîn ku Mihemed Seîd bi xwe niştecihê Silêmanî bû û ji bo kar berê xwe da bû gundê Gelale.
Cenazeyê Mihemed şandin tiba edlî ya Silêmanî.
Dewleta Tirk a dagirker duh jî bi balafirên şer gundên Amêdiyê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên xwecihî gundê Guherzê û Bilava bûn hedefa dagirkeran.
Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.
Hate ragihandin ku balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Gelî Reş û Kem Gorayan yên li sînorê Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê vê sibehê bombebaran kir.
Lê heta niha zerer û ziyanên madî û canî yên êrişê nehatiye zanîn.
Li agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatî girtin, beriya demek kurt balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Gelî Reş û Kem Gorayan yên li sînorê Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.
Lê di derbarê zerer û ziyanên madî û canî yên êrişê de ti agahî nehatine zanîn.