Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Parêzer Azîz Sari, diyar kir ku girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin, ji ber ku “lêgerîna hundirê dev” qebûl nakin.

Çalakiya ku girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêber Apo dabûn destpêkirin ji 4’ê Nîsanê ve derbasî qonaxeke nû bû.

Lê wan da zanîn ku ew ê bi boykotên dadgehê û biryara neçûna telefon û hevdîtinên malbatê çalakiya xwe bidomînin.

Parêzer Azîz Sari da zanîn zêdeyî 30 girtiyên siyasî hene ku 8 ji wan girtiyên giran in û got:

Girtî pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê û leşkeran qebûl nakin, ji ber vê mafên wan ên tenduristiyê tên desteserkirin.

Heyetek ji 3 kesan ji Saziya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Tîpa F ya Kurkçuler a Adanayê kontrol kir.

Piştî lêkolînan heta niha tu rapor bi raya giştî re nehatiye parvekirin.

Çalakiyên ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd dewam dikin û cezayên dîsîplînê li girtiyan hatine birîn û sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.

Parêzer Azîz Sarî di îfadeya xwe de anî ziman û got ;

Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehên welat belav bûye.

Ji ber sedemên poşman nebûn, nimêj nekirin, mayîna li heman qawîşê û hwd înfazê girtiyan tên şewitandin, ev ne rast e, li diî mafên mirovan e û neqanûnî ye. Ev binpêkirineke ku rasterast bandorê li mafê qanûnî yê ewlehî û azadiya kesane dike.