Rozerîn Kalkan li girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtiye, 11’ê tebaxa 2016’an hat girtin, diviya bu 16’ê nîsana 2024’an hatiba berdan.

Lijneya îdare û çavdêriyê ya dewleta Tirk berdana wê 11 mehan paşxist

Lijneyê di biryara xwe de dibêje, cezayekî dîsîplînê yê Kalkanê nîne, lê nebûna cezayê dîsîplînê nayê wateya liv û tevgerên girtî baş in.

Rozerîn Kalkan ji roja hatiye girtin, di qoxuşa girtiyên endamên rêxistinê de maye. 9 caran cezayê dîsîplîê xwariye, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de ji rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan re name şandiye. Ji bo bernedin ev wekî hêncet hatine nîşandan.

Ji rêveberên şaxa Komeleya mafê mirovan a ÎHD’a Mêrdînê Parêzer Feyzî Adsiz derbarê mijarê de axivî

Da zanîn ne rast e, mafê girtiyan li dijî wan bên bikaranîn. Pêşî li girtiyan digirin ku girtî nikarin bikevin nava civakê. Ev li dijî destûra bingehîn e

Rasterast mantiqa cezakirina esas hatiye girtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê xwe xistiye şûna dadgehê. Bi helwesteke dijminane tevgeriyaye û biryara xwe bi awayekî dijminane daye.