Girtiyê nexweş Fevzî Arslan ê 50 salî li Girtîgeha Tipa T ya Rihayê tê ragirtin.
Girtiya nexweş Şehrîban Mîmkara jî li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a Rihayê girtiye.
Fevzî Arslan ji bo roviyên wî dernekevin korse bi kar tîn.
Diyar dike ku di sewqên nexweşxaneyê de bi muameleya xerab re rû bi rû dimîne û dibêje;
“Fitiqa min heye. Tedawiya min heta niha nehatiye kirin. Tu fêdeya korseyê tune. Bijîşk dibêjin divê tavilê emeliyat bibî, lê hîn jî nebûme.”
Şehrîban Mîmkara jî nexweşa pençeşêrê ye û dibêje:
“Sewqên min dereng xistin. Piştî ku parêzer û parlamenteran rewşa min ji dozgeriyê re ragihandin, min sewqî nexweşxaneyê kirin.
Lê vê carê her çiqas du caran biyopsî kirin jî der barê nexweşiya min de teşhîs nehat kirin û ger bûbe jî ji min re negotin.
Ez hîn jî nizanim çi nexweşiya min heye û agahî nadin min.”
Şehrîban Mîmkara da zanîn ku 5 roj in av li qawîşên wan na herike.
Fevzî Arslan û Şerîban Mîmkara bang li parêzvanên mafên mirovan, bi taybetî jî rêxistinên hiqûqî kirin ku li dijî binpêkirinên mafan têkevin nava liv û tevgerê û dengê girtiyan bibihîzin.