Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku bûyerên destavêtinê yên rojên dawî zêde bûne pêwendiya xwe bi konsepta şer re heye û got, “Zîhniyeta AKP’ê ji bo her kesî metirsîdar e. Lewma divê koalîsyoneke navdewletî li dijî AKP’ê bê çêkirin.”

Li gorî daneyên rêxistinên jinan li tevahiya Tirkiye bûyerên destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan zêde dibe. Ligel ku tundiya li dijî jinan zêde dibe jî desthildariya AKP’ê armanc dike ku Peymana Stenbolê rake. Balkêş e di navbera bûyerên metrepolên Tirkiye û bajarên Kurdan de cudahiya kiryaran heye. Li bajarên Kurdan bi giranî bi destê leşker, polîs û cerdevanan tên kirin. Ev jî hin pirsan bi xwe re tîne. Herî dawî li Êlihê jina ciwan a 18 salî Îpek Er bi destdirêjiya Çawîşê Pispor Musa Orhan re rû bi rû ma. Piştre jî Er jiyana xwe ji dest da.

Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan li ser mijarê axivî û diyar kir ku ku bajarên Kurdisanê di pêvajoyeke şer de ne û got, êrîşên destavêtin û destdirêjiyê dewama konsepta şer in.

‘DESTAVÊTIN WEKE AMÛREKÊ TÊ BIKARANÎN’

Gokkan da zanîn ku destavêtin û destdirêjî ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê her wiha li seranserê cîhanê jî weke amûrekê tên bikaranîn û wiha axivî: “Li dewletên nijadperest û neteweperest hemûyan, êrişa destpêkê li dijî jinan tê kirin. Em vê ji Rûwanda, Bosna Hersek, salên 1990’î û Dersimê dizanin. Dema nijadperestî êrîşî nasnameyên bindest dike ku nîvê wê civakê ji jinan pêk tê dike hedef. Di wê demê de dema êriş li ser jinan pêk dihat digotin, ‘Em nizanin kî dike’. Mînak di sala 1993’an de jina bi navê Ş.A. di qereqola Dêrikê destdirêjî lêkirin, li 400 leşkerî doz hate vekirin. Wê demê Fermandarê Qereqolê Mûsa Çitîl bû, ji ber ku Mûsa Çitîl destdirêjî kir li hemû leşkerê qereqolê doz hate vekirin û di encamê de kiryar nehatiye dîtin doz hate girtin. Wê demê jî dewletê leşkerê xwe parast û di sala 2013’an de Mûsa Çitîl li Amedê kirin fermandar. Niha ji dewletê ev kiryar fermî kirine. Dewlet bi awayek plankirî vê sazûman dike û kesên hatine perwerdekirin şandine Kurdistanê.” 

‘HIŞMENDIYA DAIŞ’Ê’

Gokkan bilêv kir ku mînakên berbiçav û nêz ên DAIŞ’ê ku tecawizî jinên Kurd û Ereb kirin,  di salên 1990’î de jî destavêtin û destdirêjî li jinên Kurd hate kirin û kiryar bê ceza man. Gokkan destnîşan kir ku AKP olê weke amûrekê bikartîne û wiha pê de çû: “Bi vê rêbazê AKP xwe di nava civakê de hebûna xwe didomîne. Mînak, dibêje mey (Alkol) guneh û qedexe ye. Lê belê hemû leşkerên wan ên ku dest diavêjin jinan, dibêjin ‘sexweş bûm’ û xwe bi vî rengî diparêzin. Mînaka vê yekê her roj li Kurdistanê derdikeve holê. Li Şirnexê destdirêjiya çawîşê pispor, wekî bûyereke kesekî serxweş be ser wê hat girtin. Desthilatdarî ji jinan re dibêje ‘an hûn ê li mala xwe wekî koleyan bijîn an jî hûn vê yekê qebûl nekin wê şidet li we bê kirin, hûn ê bi tecawizê re rû bi rû bimînin’. Madem ku mey li gorî we guneh û qedexeye, ma hûn hemû leşkerên xwe yên serxweş dişînin Kurdistanê? Ev çi ol û çi bawerî ye? Ev stratejiyeke li dijî jinên Kurd e. Hîna li bîra me de ye ku Erdogan digot, ‘Jin jî be, kal jî be, zarok jî be lêxin’. Di dema berxwedanên Rêveberiyên Xweser de nijadperestan li ser dîwarên Kurdan çi nivîsîn? Ew jî serxweşin? 

Ev hişmendiya DAIŞ’ê ye. Hişmendiya AKP û DAIŞ’ê weke hev e. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî xaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir, despêkê jin kirine hedefa xwe. Niha jî AKP bi vê hişmendiyê êrîşî Kurdan dike.”

KOALÎSYONEK NAVDEWELETÎ

Gokkan anî ziman ku divê li dijî hişmendiya AKP’ê Koalîsyonek Navdewletî were avakirin û wiha dom kir: “Çawa ku DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê talûke û rîsk bû, niha jî AKP ji bo cîhanê talûke û rîske. Ji ber ku AKP hişmendiya DAIŞ’ê dide jiyîn. Divê li hemberî vê hişmendiya talûke Koalîsyonek Navdewletî were avakirin. Li her derê Tirkiye weke DAIŞ’ê êrîş dike. Êrîşî jinan dike û êrîşî welatên derdor dike. Ev hişmendî û hewldanên AKP’ê hişmendiya DAIŞ’ê bi xwe ye. Ez bang li dewlet, herêm û welatên cîhanê dikim, tişta li Tirkiyeyê pêk tê komkujiye jinê ye. Ti peyvên ku vê hovitiyê pênase bike nemaye.”

PEYMANA STENBOLÊ 
 
Gokkan anî ziman ku li Tirkiyeyê qanûnên mêran heye û feraseta edaletê jî ya mêran e. Gokkan got ku li vî welatî jiyana jina di talûkeyê de ye û wiha got: “Ev meseleyeke mezin e. Gelek jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin dixwazin bên parastin, lê ev daxwaza wan pêk nayê. Edalet, gava bibe rojev pêk tê. Halbûkî pir hêsan e; divê Peymana Stenbolê bi her awayî pêk bê. 

Peymana Stenbolê çiye? Navê wê yê fermî ev e, ‘Pêşîgirtina tundiya li dijî jinê û nav malê, Peymana Konseya Ewropayê ya têkoşîna pêşîlêgirtina dijî tundiyê’. Di encama têkoşîn û zexta zêde ya tevgerên jinan de, di 11’ê Gulana 2011’an de peyman ji îmzeyê re hate vekirin. Ji ber ev peyman li Stenbolê hate îmzekirin, weke ‘Peymana Stenbolê’ tê zanîn. Lê tevî hate îmzekirin û di 2014’an de qaşo kete meriyetê jî, tenê li ser kaxizê ma û dewlet tenê bi awayekî şiklî, ji bo ketina Yekitiya Ewropayê îmze kir. Lê hikûmet niha hewl dide Tirkiyeyê ji endamtiya vê peymanê bikişe.  Du xalên girîng ên vê peymanê hene. Ev peyman ji 81 xalan pêk tê û ji 11 beşan çêdibe. A yekem dibêje, wê tundî bê rawestandin û kesên rastî tundiyê hatiye wê were parastin. Tundiyê hem rawestine hem jî dê biparêze. Ev her dû gelek girîng in. Eger îro tundî pêktê dewlet berpirsyare.” 

‘DIVÊ JIN SÛDÊ JI HEMÛ MAFAN BIGRIN’

Gokkan bilêv kir ku eger Peymana Stenbolê pêk bê, ew ê her roj doza edaletê nekin û ev tişt got: “Halbûkî bêyî rojevbûna li ser medyaya civakiyî divê ji bo jinan hemû mekanîzma têkevin dewrê. Çare eve. Divê jin sûdê ji hemû mafan bigirin. Ji bo saziyên jinan zêde bibin divê dewlet gavina bavêje. Ji dozgeran heya dadger û polîsan divê hemû di warê zayendiya civakiyî de bên perwerdekirin. Bi zêdebûna tundî û hovîtiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê jin dixwazin ev peyman bikeve meriyetê. Li gorî peymanê divê kuştin û xwekuştinên jinan ji aliyê ekîbên pispor ve, bêyî rastî tu astengiyeke dewletê werin, bên lêkolînkirin. Ev ekîb bikarin bi awayekî hêsan xwe bigihînin agahiyên li qereqol, nexweşxane, tiba edlî û dozgeriyan. Her wiha bikaribin tundiya di saziyên dewletê de yên li dijî jinan jî lêkolîn bikin. Dîsa tundî ne tenê tundiya fizîkî, tundiya psîkolojîk û aborî jî di nav xwe de dihewîne.”