Çîroka jineke ciwan ku goreya ji hiriyê da fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an Mahsûm Korkmaz.

Di karê rojnamevantiyê de kêliya herî zehmet ew e, ku dema hûn hevpeyvînekê dikin, mirova/ê li pêşberî we dema qala çîrokên asayî dike, rondikan dibarîne. Hûn nizanin ku çi bikin, nizanin bê hevpeyvînê bi dawî bikin yan jî bidomînin. Di hevpeyvîneke wiha de jineke navsere dema ku ji kamerayê re diaxive û dibêje, “Ez kengî wî wêneyê navdar dibînim…” dest bi girî dike.

Bi şertê ku kamera bê girtin, dibêje wê axaftina xwe bidomîne. Me jî bi ya wê kir û piştre dewam kir.

Li cografya Kurdistanê sala 1980’ê zivistana herî dijwar a salên dawî bû. Berf bi metreyan bilind bûbû, jiyan li ber rawestînê bû. Di wê zivistana giran de li navçeya Sasonê ji paceya mala gundekî komeke çekdar xuya dikir. Ew 12 gerîla bûn ku fermandarê wan Mahsûm Korkmaz (Egîd) bû. Destê wan bûbû mîna qeşayê, goreyên wan şil bûbû, lingên wan ji sermayê û wesatandinê werimî bûn. Di bin berfê de deriyê malê vekir û koma gerîla xiste hundirê xanî.

Wê wextê hîn jineke ciwan bû. T.S. piştî ku pê piştrast bû ku kamera qeyd nake, qala wê dema pêşwazîkirina gerîla dike:

“Kinc û goreyên xwe yên şilbûyî ji xwe kirin. Li mala me ku tenê odeyek xwe hebû, li dora sobeyê tevî li kêleka kincên xwe yên şil rûniştin. Goreyên wan qetiya bûn, bi taybetî jî ya hevalê Egîd. Ne dişibiyan êdî goreyekê. Min jî yekser sindoqa xwe ya cihêzê vekir û goreyeke ji hiriyê da wî. Bi ken got, ‘lingê min biçûk in, wê ji min re bibe?’ Weke wî goti gore hinekî fireh bû. Piştre mîna wî wêneyê navdar, goreyeke din a bi rengê qehweyî kişand ser wê goreyê.

Goreya Egîd êdî temam bû, lê diviyabû me ji hevalên din re jî goreyek peyda kiribûya. Ji xwe hevalê Egîd got, ‘tenê ji bo min nabe, ya hûn ê ji me hemûyan re goreyên wiha peyda bikin, ya jî ez jê jî ji pê bikim’. Piştre em çûn nava malan û keçên ciwan mîna min cihêzê xwe vekirin, me 11 goreyên ji hiriyê ji nava gund peyda kirin. Gerîlayan dema ku gore dîtin gelekî kêfa wan hat. Ji destê me girtin, mîna zarokên di sibeha cejnê de xwe amade dikirin, wan jî yekser gore xistin pê.”

Li wî gundê ji 40-50 malî yê li pêşberî çiyayê Meretoyê, jinên ciwan êvarekê kevneşopî xera kirin, sindoqên cihêzê ku diviyabû heta dawetê nehatibûna vekirin, vekiribûn. Wê salê li 12 sindoqên cihêzê 12 goreyên ji hiriyê yên bi destê 12 jin ên ciwan hatibûn çêkirin, bûbûn nesîbê Mahsûm Korkmaz û 11 gerîlayan.

“Ne dişibiyan kesî, gelekî serbilind bûn, maqûl bûn, rabûn û rûniştina wan gelekî cuda bû. Dilnizm bûn û bênefs bûn. Mirov pê nedihesiya ku xwarin jî xwarine. Mîna sehabeyên pêxember hatibûn hilbijartin. Wê demê jiyan gelekî zehmet bû, lê belê me qîmetê tiştên di destê xwe de zanîbûn. Mirovan dema ku tiştên di destê xwe de parve dikir, kêfxweş dibû. Herî zêde dema ku mirov tişta jê hez dikir parve dikir, kêfxweş dibû. Me jî bihevalê Egîd û hevalên gerîla re tiştên li sindoqên xwe yên cihêzê parve kir.

Piştre sibehekê leşkeran avêtin ser gund, bi lêdanê her kes ji malê derxistin. Ji mala me jî ez û kekê min derxistin. Destpêkê birin tûgaya leşkerî ya li Sêrtê, piştre jî birin Amedê. Bi birîndarî ez birin odeya fermandar û wê demê min li hemberî xwe Alî Ozansoy dît, ku lingê xwe avêtibû ser hev, çixare dikişand. Bi wê nêrîna xwe ya qirêj pirsî ‘te ez nas kir?’ Bi hêrsa wê kêliyê deng ji diranê min hat û min jê re got, ‘erê’.

Li zindana Amedê ez xistin koxûşa jinan. Em 9-10 hevalên jin bûn, di nava wan de ya herî biçûk ez bûm. Êşkence û zilm bêdawî bûn. Min gelekî bêriya dayika xwe, bêriya malbata xwe dikir. Hevala Sakîne Cansiz timî dihat gel min û moral dida min. Digot, ‘ev roj wê derbas bibin, em hemû rojekê em ê rizgar bibin’. Bawer bike, jiyana min gelekî zehmet bû, nikarim qala wê demê bikim. Niha dema ku qala van dikim mîna ku diçim cîhaneke cuda.

Wê demê tiştî ji wê şermtir tune bû ku jineke ciwan a Kurd ji aliyê leşkerekî Tirk ve hate girtin. Gelekî zor dan malbata min, 3,5 salan girtî mam û piştî ku derketim, diviyabû rojê carekê biçûma qereqolê û îmze biavêta. Kekê min girtî bû, bavê min extiyar bû, ez neçar bûm ku bi tena serê xwe biçim bajêr û bêm. Piştre neçar mam, zewicîm û em li bajêr bi cih bûn.”

T.S. di dawiya gotinên xwe de pirtûka ‘Jiyana min timî şer bû’ ya Sakîne Cansiz ji çeteyên xwe derxist. Di beşa dawî de wêneyek nîşan da, keçeke ciwan a kurt a li kêleka Sakîne Cansiz nîşan da û bi ken pirsî ‘Ev dişibe min?’

Alî Ozansoy ku di rojên destpêkê yên sala 1985’an de li gundê Kelhasan ê Sasonê teslîmî leşkerê Tirk bû, li Sason û derdora wê ciwan, jin, extiyar her kesên ku deriyê xwe li gerîla vekirin îxbar kir. Alî Ozansoy ku di salên 1990’î de weke kujerê JÎTEM’ê dihate naskirin, ji ber îxbara wî di 9’ê Adara 1985’an de 8 gerîlayên bi fermandariya Ahmet Îbîn (Cahît) şehîd bûn.

Di wê berxwedana Sasonê de ku Xelîl Xemgîn bi strana ‘Çiyayê Sasonê’ qalê dike, yek ji gerîlayên şehîd bûn gerîlayeke jin bû, bi navê Adîfe Sakik (Bêrîvan). Wê jin a ciwan ku goreya ji hiriyê ji cihêza xwe derxist û da Mahsûm Korkmaz, ji hovîtiya li zindana Amedê rizgar bû û piştî bi salan bêcihêz zewicî, ji ber wê yekê navê zaroka xwe ya destpêkê kir Bêrîvan.