Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Fransayê Pierre Barbier, ji ajansa ANFê re axivî û got; Rêber Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî roleke sereke ye. Bîrdozî û fikrên Ocalan, çareserkirina pirsgirêkên civakî pêşkeş dik, lewma di tecrîdê de tê girtin.”

Barbie, diyar kir tecrîda li dijî Ocalan, li dijî hiqûq û mafên navneteweyî ye. Haya xelkê Fransayê ji rewşa Ocalan jî heye. Hefteyek berê kurdan meşek kirin, gelek frensî jî tevlî vê meşê bûn. Gelê Frensî Kurdan û têkoşîna wan ya azadkirina Ocalan fêhm dike û destek dike.

Barbie destnîşan kir ku, hêrsa gelê Kurd “hêrseke aştiyane” ye û got; Gelê Kurd di azadkirina rêberê xwe de bi israr e. Ev jî mafê wan e û divê raya giştî ya cîhanê destekê bide Gelê Kurd. Zîhniyeta li Tirkiyê nijadperestî ye.

Barbier, herî dawî got; Sedema esasî ya girtina Ocalan di girtîgehê de, sekna wî ye. Ne tenê Kurdan, gelek kesan temsîl dike û ji bo guhertina civakê gelek tiştan dike. Ya ku desthilatdariya Tirk ditirsîne jî ev e. Fikr û bîrdoza Ocalan, çareserkirina pirsgirêkên civakan e. Lewma Ocalan di tecrîdê de tê girtin. Heke Ocalan azad bûya, heta niha gelek tişt wî li Tirkiyê werin guhertin.