Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz û greva bêdawî û bidorveger a parelel bi dewirgirtina koma nû dewam dike jî di roja 101’ê de ye.

Li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 101 roj in greva birçîbûnê berdewam dike. Greva birçîbûnê îro ji aliyê koma 51’emîn ve hate dewirgirtin. Herwiha rojane welatî û nûnerên partî û rêxistina serdana çalakgeran dikin.

Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 101’an de bi biryardarî berdewam dike. Tevî ku rewşa tendirustiya Yagiz girane lê, tedawiyê red dike. Yagiz eşkere dike ku heta ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê wê çalakiya xwe berdewam bike.

Li ser navê koma nû endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê(RJAK) Semîre Salayî axivî û got: “Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê, li tevahî jinan û Rêber Apo piroz dikim. Niha li Rojavayê Kurdistanê dawî li çeteyên DAÎŞ’ê ku di bazaran de jin difirotin, tê. Pewîste em weke jin xwedî li berxwedan heyî derbikevîn. Çalakiyên greva birçîbûnê yên ku di pêşengiya Leyla Guven de hatiye despêkiri bi heman biryardarî berdewam dike. Pêwîste em xwedî li van çalakgeran derbikevin. Pêwîste weke jin em bi hêz û îradeya xwe têkoşînê bikîn û vê tecrîda li ser Rêber Apo bişkênîn.”

Semîre Salayî di dewamê de got: “Pêwîste weke jin em bikaribin vê zilim û zordayiya dewleta Tirk û Erdogan bişkênîn û bi Rêber Apo re azad bijîn. Divê tevahî jin bi îradeyekî xurt beşdarî têkoşînê bibine.”

Li ser navê Rêxistina Tevgera Azadi ya Jinên Ezîdi Şemê Remo ku ji bo piştgiriyê serdana nûnertiya HDP’ê kirine got: “Di serî de ez berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û tevahî çalakgerên ku niha di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne silav dikim. Pêwîste tevahî gelê Kurd û jinê Êzidî piştgiriya van çalakgeran bikin.”