Îro doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû hebû.

Doz ji bo cara 3’an 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêkhat.

Dicle Muftuoglu ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî dozê bûn.

Parêzerên Dîcle Muftuoglû jî di runiştinê de amadebû, gelek rêxistinên pîşeyî, endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê jî tev li dozê bûn.

Dozger xwest rewşa girtî ya rojnameger Dîcle Muftuoglû bidome.

Şandeya dadgehê jî biryara berdana wê da.