Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Parêzer Yûsûf Erdogan, diyar kir ku daxwazên girtiyan yên di greva birçîbûnê de, “bangeke ji bo aştiya rewa û civakî ye.”

Prz. Yusuf Erdogan got; Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li cem 33 meh in nikarin hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bikin. Malbat derbarê tenduristiya xizmên xwe de bi guman û fikar in. Tecrîd rêbazeke îşkencê ye, gel, hiuqunas, siyasetmedar li hundir û derve li dijî tecrîdê derdikevin. Dîse jî desthilatdarî di tecrîda ku wek suc tê penasekirin de sirar dike.

Navenda Giştî ya ÎHD’ê serî li Navenda Giştî ya ÎHDa navnetweyî da. IHDê serî li Wezareta Dadê da, encam derneket. Li Girtiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Greva biçrîbûnê xeleka dawî ya têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Lê desthilatdariya AKP/MHPê, dixwazin pêşî li ber îfadekirina heqîqetê bigirin. Tecrîda li Imraliyê veguheriye tunekirina mafê jiyanê. Divê raya giştî vê rastiyê bibîne û dengê xwe bilind bike.

Prz. Erdogan, bang li Wezareta Dadê kir ku polîtîkayên tecrîdê û binpêkirinên mafan li girtîgehan bi dawî bike û got; Bi taybetî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê divê bê rakirin. Weke ÎHD em amade ne ku erka xwe pêk bînin. Dixwazim diyar bikin ku ji bo aştiya civakî çi ji destên me bê em ê bikin.”