Şervanên Ereb Delal Amed û Omer Tilkoçer ku ji bo jiyaneke wekhev, bi rûmet û azad tevlî nava refên Gerîla bûn, bal kişandin ser girîngiya PKK’ê ya ji bo biratiya gelan.

Gerîla YJA Starê Delal Amed got; Xwişka min Berwar Zîlan, li geliyê Tiyarê şehîd bû. Şehadeta wê bandorek mezin li min kir. Weke jineke Ereb a ciwan tevlî nava refên Gerîla bûm. Tevlîbûna hevalên Ereb li nava refên PKK’ê, ji bo biratiya gelan gelekî girîng e.

Gerilla Delal Amed got6; Piştî destpêkirina têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê, jinan xwe nas kirin û dest bi têkoşînê kirin. Jinên Ereb û jinên ji gelek neteweyan tevlî nava PKK’ê dibin. Naskirina Rêber Apo û felsefeya wî riya jiyaneke nû pêşkêş kir. Lê dewleta Tirk dixwaze gelên Ereb û gelê Kur dbîne hemberî hev. Berrpirsyariya hemû ciwanên Kurd û Ereb ew e ku planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Ez weke Gerîlayeke ji neteweya Ereb armanca min ew e ku bersivê bidim vê pêvajoyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikim.

Gerîlayê HPG’ê Omer Tilkoçer jî got; Piştî ku min PKK nas kir, min fêhm kir ku ji rêxistinên din cuda ye. Bi taybetî têkiliyên hevrêtiya li nava PKK’ê gelekî bi wate ne. Ji Kurd, Ereb û neteweyên cuda bi hezaran şervan li dijî êrîşên dewleta Tirk şer dikin. Yek ji sedemên tevlîbûna min ya li nava PKK’ê jî ev bû. PKK li dijî zilmê li her derê gel diparêze. Fikrên Rêber Apo êdî li cîhanê bela bûye. Rêber Apo, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên mezlûm rêbereke. PKKe jî partiyeke welê ye ku her netewe bi çand û zimanê xwe lê dijîn. Ev jî gelekî bi wate û girîng e. Weke Gerîlayekî Ereb armanca min misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.