Kurdistaniyên li Novoalaksendrovskiyê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Kurdên li navçeya Novoalaksendrovskî ya bajarê Stravrapol ê Federasyona Rûsyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Çalakî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Novoalaksendrovskî û Meclîsa Jinê ve tê organîzekirin. Hevserokê Otonomiyê Huseyîn Ahmedov bi navê çalakgeran axivî û got, “Gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe azad bike. Jiyana bi Rêberê azad li welatê azad daxwaza her Kurdên bi rûmet e. Kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê me ji bo şikandina îradeya gelê Kurd e. Tifaqa Erdogan-Bahçelî nexasim ji bo vê yekê ava bû. Divê gelê me li dijî vê lîstika qirêj bibe yek û xwedî li Rêberê xwe derkeve.”

Çalakgeran jî kiryarên faşîst ên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan û gelê Kurd şermerzar kirin.

Greva birçîbûnê ya li Novoalaksendrovskiyê wê sibe bi herêmeke din dewam bike.